HDPê Banga Avakirina Desteyek Hevpar li Partiyên Siyasî Dike

Çalakiya li pêş avahiya HDPê ya ku ji aliyê sê malbatên ku zarokê wan gihîştine PKKê hatibû destpêkirin, di roja heftan de ye.

Malbat îddia dikin HDPê zarokê wan şandine, HDPê jî li dijî îddaya malbatan derdikeve û dibêje partiyê siyasî van malbatan bikartînin.
Rêvebir û parlamenterên HDPê roja Yekşemlê daxuyaniyek dan û bang li partiyên siyasî kirin û xwestin jibo aşitiyê, jibo dexwaza malbatan pêk bê, di bin banê parlamenê de heyetek avabikin.

Parlamenterê HDPê Musa Farisoglu daxuyaniya HDP'a Amedê xwend.

"Em ji çalakiya malbatan ne aciz, partiya me, xwestêkên malbatan bi salane tîne ziman ku li dijî şer û pevçûnan her carê aşitiyê û çareseriyê diparêze. Desthilatiya dewletê destê me libaxist û bi vê helwestê şer û pevçûnan kurtir kir. Desthilatî, di poltikayên xespkirina destkeftiyên gelê Kurd de israra xwe didomîne."

Hun dikarin agahiyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng