Ajansa Anadolu ya dewleta Tirkîyê (AA) ragihand Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) xebatên li ser ‘Paketa 9’an ya Dadwerîyê’ qedandîye ku bi pêşengîya Serokê Grûba AKP'ê li parlamanê, Abdullah Guler ve tê meşandin.
Pispor dîyar dikin ku AKP bi vê xebatê dixwaze di Qanûna Cezaya Giran ya Tirkîyê de çarçoveya sûcê sîxurî ango casûsîyê berfirehtir bike. Bi navê ‘’Sîxurîya Karîger (Etkî Ajanligi) xaleke nû zêde bike ku ev jî sûceke nû ye.
Ger guhertin li parlamana Tirkîyê were qebûl kirin, di xala 339ê ya TCK, bi sernavê ‘’Sûcê li dijî ewlekarî û berjewendîya dewletê’’ beşeke taybet wê were bi cîh kirin.
Li gor vê guhertinê, ‘’Kesek li dijî ewlekarîya dewletê û li dijî berjewendîya sîyaseta hindur û ya derve, bi ferman yan jibo berjewendîya stratejîk ya dewletek yan rêxistinekê sûcek bike, ewê ji 3 heta 7 salan bi zindanê werin ceza kirin.’’
''Ger ev sûc di dema şer de hatibe kirin, tevgera leşkerî ya dewletê bixe nav xeterê, ji 8 heta 12 salan bi zindanê tê ceza kirin.’’
Çaverê ye ku piştî eyda qurbanê, ‘Paketa 9’an ya Dadwerîyê’ were pêş parlamanê.
Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) li dijî vê hewildanê bi daxuyanîyekê ragihand ku ger ev qanûn derkeve rojnamevanên ku desthilatî ji xebatê wan ne razî be, dikarin bibin armanc.
Nûnerê RSF yê Tirkîye, Erol Onderoglu, ji Dengê Amerîka re got ku li hember vê pêşzagonê nikarin bi xemsarî tevbigerin.
‘’Jibo casûsîyê jixwe qanûnek heye, lê bi vê hewildanê dixwazin ravekirin û çarçoveya wê firehtir bikin. Bi vî awayî, kesên ku di sazî û dezgehên navnetewî de kar dikin, rojnamevan jî di nav de, xebatên çandî û civakî jî bikin, dikarin bibin hedef. Dema ku behsa ‘gefên derve’ bikin, bi hêsanî kare rojnamevanan jî dikarin di wê çarçoveyê de binirxînin.”
Onderoglu hişyarî da ku ev zagon dikare rojnamevanên li Tirkîyê ji cîhana derve qut bike, tenê denge alîyekî li welêt bilind bike loma ev pêngav wan dixe nav tirs û fikaran.’’