Serdana Recep Tayyip Erdogan bo Amedê

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di çarçoveya ger û mîtîngên hilbijartinê li Amedê bû. Di gotara Erdogan de giranî li ser HDP û CHPê bû. Piştgiriya herdû partiyan weke "tifaqa zîllet" bina kir.

Di mîtingê de ji hin beşên axaftinên siyasetvanên Kurd Selahattîn Demirtaş, Gultan Kişanak, Ebdullah Zeydan sîneviyonek hatiye amadekirin ku di wir de behsa PKKê dikin.

Wî jibo şaredarên HDPê got ew mîlîtanên rêxistinê ne. îrada xwe teslîmê PKKê kirine. Jiber wê kayûm tayinê ciyê wan kirin, xizmeta mezin ya li Amedê jî herî zêde di dema kayûman çêbûye.

"Ka herêmek li Tirkye ya bi navê Kurdistanê heye, ew zilam heye ya yê ku dibêje Kurdistan ( Sezaî Temellî) ew ne Kurd e jî. Ew sextekar e. Divê em di hilbjartinê de sileyek wusa lêxin ku hişê wan bê serê wan. Ew jibo perçekirina meillet hene, dibêjin ku pişta xwe dispêrin PKK, YPG. Lê pişt wan zîllet heye, ew maşikên destê hêzên derve ne. Li pişt me teror nîne, em pişta xwe dispêrin xwedê."

Wî got tenê di dema AKPê de jibo maf û hiqîq û çanda Kurdan gavên mezin hatine avêtin.

Hun dikarin agahiyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Xecîcan Farqîn