Partîya Doza Azadî –Hudapar jibo piştevanîya Hemasê, bi bangewazîya ‘Piştevanîya Tofana Aksayê’ li Amedê mîtîngek heremî lidarxist.
Hudapar partiyeke Kurdî ya Îslamî ye ku di hilbijartinên Gulanê de sê parlemnater bi dest xistin. Ew di sala 2012an de hatiye damezrandin.
Ji çar alî bi hezaran kes, li Meydana îstasyonê kombûn û li dijî Îsraîlê diruşme hildan û al û sîmbolên Filistîniyan bilind kirin.
Parlamenterê Hudpar’ê yê Mêrsînê Faruk Dînç axivî û Îsraîl wek “tora terore” binav kir.
Wî got,”tora terore 75 sal in hovîtiyê dike, gelê Filistînê jî jibo çareserîya xwe neçar ma ku xwe li ser dagirkeran bike tofan. Lê wan weke dijminê xwe nekirin û zarokan nekuştin. Tofana Aksa’yê hêrsa encama zilma 75 salan e û teqîya.”
Berpirsê karên derve yê Yekîtîya Alimên Hemas’ê Dr. Nevvaf Tekrûrî jî li mîtînga Amedê axivî û êrîşên bi ser îsraîlê weke cîhadê pênase kir.
‘’Hin kes dibêjin Hamas çima êrîşê Îsraîlê kirîye lê mirov bi aqil be vê pirsê nake, çima, jiber ku sed sal berê vê cîhadê destpê kir. Roja ku Theodor Herzl ji Sultan Abdulhamid erd xwest û wî jî neda ev cîhad destpêkir û niha bi Tugayên Kassam dewam dike. Yê ku vî şerî da destpêkirin sîyonîstin ku ew her dem êrîşê dibin ser Mescîd-i Aksa’ya pîroz.’’
Mîtînga heremî ya Hudparê bi destura wîlayeta Amedê lidarket.
Hêjayî gotinê ye ku di 7’ê Cotmehê de çekdarên Tugaya Îzzeddîn el-Qessam ya Hemas’ê bi çar alî êrîş birin ser erde Îsraîlê. Di van êrîşan da bêhtirî 1300 Îsraîlî hatin kuştin.
Îsraîlê ev êrîş wek ragihandina şer anîn ziman û di nav herdû alîyan da şer destpêkiriye.
Filistîniyan jî ragihand ku di êrîşên Îsraîlê zêdetirî 2 hezar Filistînî hatine kuştin.
Dewleta Îsraîlê Hemasê weke grûpeke terorîst binav dike.