Baroya Diyarbekir ragihand ku li Girtîgeha Jinan ya Diyarbekir 15 girtî bi nexweşîya Covid 19 ketine. Evuqatê Baroyê Dîyar Çetedir derbarê rewşa girtîyan de zanyarîyan parvekir.
''Ev girtîgeh di sala 2919an de vebû kû 45 beşên wê hene. Lê li çar beşan virus beşav bûye û her çar koguş kirine karantînayê. Rewşa du nexweşan giran e jiber ku yek kanser e yek jî nexweşiyên kronik hene '' got Çetedir.
Wî da zanîn kaguşên ku berdevka TJA yê Ayşe Gokkan û şaredara bere ya Artemitê Rojbin Çiçek û jî dimînin di karantinayê da ne.
''Rojbîn Çîçek nexweşa kanserê ye û ew jî bi nexweşîna Covidê ketîye.''
Diyar Çetedir daxuykirin di dema pandemiyê de hemî hevditinên vekirî hatine betal kirin û îdia kir vîrus bi rêya personelên girtîgehê belav bûye.
Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin.
Your browser doesn’t support HTML5