Li Amedê di nav hefteyekê de him li ser Starbucks’ê him jî li ser Burger Kîngê êrîş çêbûn. Herdû êrîş jî danê êvarê pêk hatin. Di êrîşan de tu kuştî, birîndar nîne lê ziyanên madî hebûn.
Êrîşa pêşîn di 22’ê mehê de li navça Yenîşehîrê, li taxa Ofîsê, li ser dikana Burger Kîngê bû. Du êrîşkarên siwarê motorsîkletê ‘bombeya deng’ avêtin nav dikanê ku di wan kêlîyan da gelek kes li hundir hebûn, lê zîyan negihîşte tu kesî.
Êrîşa duyê jî şeva Înê li navça Kayapinarê, ser şaxa Starbucksê ya ku li moleka navdar e, pêk hate.
Êrîşa ser Starbucksê, piştî protestoyeke li dijî îsraîlê rû da. Çend xortan, bi hesin û keviran camên Starbucks’ê şikandin.
Walîtîyê û gerînendeya Ewlehîyê derbarê êrîşê yan êrîşkaran tu daxuyanî belav nekirin.
Dengê Amerîka xwest dîmenên ziyanê bi kamerayê bigre lê him xwedîyê dikanê him zêrevanên molê destûr nedan û derbarê êrîşê da jî bersiva pirsên me nedan.
Hêjayî gotinê ye li Tirkîye, li dijî êrîşên Îsraîlê bi ser Xezayê bi pêşengîya partî û komelên îslamî gelek caran protesto çêdibin.
Roja Înê endamên Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) bi stûmala ala Filistînî li kafeyên Starbucksan rûniştin.
Serokê Şaxê Ciwanên AKP’ê, Eyyup Kadîr înan li ser medya civakî ragihandibû ku jibo piştevanîya Filsitîniyan, li 81 bajaran dê çalakîya ‘cî girtinê’ jibo nîv demjimêrekê lidar bixin. Li ser vê bangewazîyê li gelek bajaran endamên AKP’ê bi stûmalên ku remzên ala Filistîniyan li ser hene, rûniştin.
Sazîya Rêyên Hesinî yên Trênê ya Dewletê (TCDD) jî bi daxuyanîyek ragihandin ku li kafeteryayên nav trênan da êdî xwarin û vexwarinên kompanîya Starbucksê nafroşin.
Li Stembolê jî dê Îsraîl bi xwepeşandaneke mezin bê protestokirin
Serokomarê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan li ser medya civakî bi peyamek bang li gel kir ku bo piştevanîya Filistîniyan beşdarî xwepeşandana li Balafiregha Ataturkê bibin.
‘’Êrîşên şeva borî ya li ser sivîlan, krîza mirovî mezintir kir. Divê Îsraîl dest ji vî halê dînîtîyê berde, êrîşan rawestîne. Îro emê bangewazîyên xwe bilintir bikin û li hember zilma Îsraîlê bi yekdengî bejin ku em li rex gelê Filistînê ne,’’ Erdogan got.