Sîyasetvana Girtî ya Nexweş Aysel Tugluk Çima Nayê Berdan?

Dîmeneke ji kampanîya jibo serbestberdana sîyasetvana Kurd Aysel Tugluk

Sîyasetvana Kurd Aysel Tugluk nezî saleke berê bi nexweşîya demansê ango jibîrkirinê ketibû ku zêdetir ê 5 salan e li zindanê girtî ye.

Doktorên ji du nexweşxaneyan bi raporên bijişkî dîyar kir ku Tugluk jiber vê nexweşîyê nikare li girtîgehê bi serê xwe bimîne, pêdivîyên xwe yên rojane bi cîh bîne.

Lê, Sazîya Bijîşkî ya Dadwerî (Adli Tip Kurumu /ATK) du caran raporên dijber wan raporan eşkere kir û got ku saxlemîya Tugluk ne di astake xeter de ye û rewşa wê jibo mayîna li zindanê ne asteng e.

Sazîya Bijîşkî ya Dadwerî herwiha di raporên xwe de ragihand ku Tugluk dikare tev li rûniştina dadgehê bibe û bersîva pirsan bide.

Herî dawî Aysel Tugluk di 1ê Tebaxê de bi alîkarîya şaredara berê Gultan Kişanak û hevseroka bere ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag bi rêka onlaynî derket pêş dadgehê.

Tugluk li wir anî ziman ku ew ne dikare daxuyanî yan bersîva pirsan bide û ne jî kesî nas dike.

Parêzerên Tugluk jî dijî îfadegirtinê derketin û anîn ziman ev êşkence ye.

Di alîyeke din de jî, generalekî berê Çevîk Bîr di 1’ê Tebaxê bi sedema ku ew bi nexweşîya demansê ketiye û nikare bi sere xwe di zindanê de bimîne hat berdan; heman nexweşîya ku Tugluk dikşîne.

Bîr, ku fermandarê duyê yê artêşa Tirkîyê bû jiber doza 28’ê Sıbat ê ji salek zêdetir e girtî bû, bi sedema ku dijî hikumetê tevlî hewla darbeya leşkerî bûye û li wî cezayê hetahetayê hatibû birîn.

Hatibû ragihandin ku Bîr yê 85 salî di îlona par da bi nexweşya demansê ketiye.

ATK bi raporeke dijî daxwaza berdana Bîr ya jiber demansê jî biryar dabû, lê piştî salekî li ser serlêdana careke din ya parêzeran ew hate berdan.

Parêzerên Tugluk bertek nîşanê vê yekê didin jiber ku ew jî nexweşa demansê ye û di heman rewşê de ye, lê nehatiye berdan.

Ew dibêjin ku dadmendîya Tirkîye li gor kesan biryarê dide û ev yek nayê qebûl kirin.

Parêzer Serdar Çelebî dîyar kir ku her kî demans be, divê bo dermankirinê were berdan, lê ger Çevîk Bîr jiber heman nexweşîyê berdin û Aysel Tulguk bernedin, ev jî tê wateya ku dadmendî jibo Kurdan durû ye.

‘’Helbet ez nabêjim çima Çevîk Bîr berdan, divê ev maf bo Aysel Tugluk jî hebe, lê dema dor tê Kurdan, rikebiran, çavê dadmendî kor dibe. Jibo ku Çevîk Bîr fermandar e di çavê dadê da jî maqûl e, lê jiber ku Aysel nûnera Kurdan e, tê ceza kirin,’’ Çelebî got.

Li gor rêxistinên mafê mirovan li girtîgehên Tirkîye bi tevahî 1517 girtîyên nexweş hene ku rewşa 651 ji wan giran e.

Hêjayê gotinê ye ku wezîrê dadê Bekîr Bozdag berîya hefteye eşkere kiribû ku ew bo girtîyên nexweş amadekarîya qanûneke taybet dikin.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn gohdar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Fermandarê Berê Çevîk Bîr jiber Demansê Hat Berdan Lê Aysel Tugluk Hê jî Girtî Ye