Barana Kêm Bandorek Çawa li ser Zevîyên Ruha û Mêrdînê Kiriye?

Serokê Odeya Endazyarên Çandinîyê yê Ruhayê Abdullah Melîk da zanîn li Rihayê 3 milyon donim erdê çandiniyê heye. Yek milyon donim genim û yek milyon donim jî nîsk tên çandin. Nîsk ji sedî 90, genim jî ji sedî 80 hişk bûne.

Melîk destnîşan kir zîyanek pir mezin çêbûye ji bo 58 hezar cotkarên li bajêr. Herwiha da xuyakirin ku ji ber ku genim û nîsk hişk bûne, îsal ka jî nîne.

''Barana kêm, ne tenê li ser dexl û zad, di heman demê zîyanek li ser ajalvanî jî çêdike. Jiber ku genim û nîsk hişk bû, ka jî nîne. Ev jî dike ku êmê pez û dewaran jî dê giran bibe. Ji nan û dan, miqarne û nîsk, goşt û penêr û şîr dê her cûre xwarin pir biha bibe.''

Serokê Odeya Endazyarê Çandinîyê yê Mêrdînê Vedat Durak jî destnîşan kir li deşta Mêrdînê jî 850 hezar donim erden ku genim, nîsk û ce hatine çandin zîyan ji sedî 85 e. Herwiha rex, darên zeytûn û gilyazan jî bandora barana kêm de mane.

ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Xecîcan Farqîn