Di Qezaya Trafîkê de li Dêrîka Mêrdînê 19 Kes Mirin 26 kes Birîndar Bûn

Arşîv: Bûyerên Trafîkê li Tirkiyê

Li Navça Dêrika Çîyayê Mazîyê, êvara Şemiyê du qezayên trafikê rû dan û 19 kesan jiyana xwe jidest dan, 26 kes jî birîndar bûn.

Qeza li taxa Cevizpinar rû da. Qezaya pêşîn kamyonek tir, dema ji rampayê dadikeve frena wê xerab dibe û gêr dibe. Di qezaya ku li nêzî benzînxaneyekê rû da 4 kes mirin.

Rûniştvanên taxê bi hewara qezayê çûn û gelek mirov li ciyê qezayê kom bûn. Lê wêraniya mezin piştî van kêlîyan rû da. Kamyonek ku ji rampayê da ber bi jêr dadiket, frena wê jî xerab bû û ji rê derket , bi ser dehan mirovên ku jibo alikariya qezayê li wir bûn qelibî.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Wezareta Saxlemihyê di herdû qezayan da 16 welatî mirin, 29 kes jî birîndar bûn.

Şahidek qezayê jibo VOA daxuyakirin gelek kesên ku jibo hewara qezaya pêşîn çûn, bûn qurbanê qezaya duyê.

Parlamentera Mêrdînê Ebru Gunay piştî qezayê çû nexweşxaneyên ku birîndar tên dermankirin.

Wê got di qezayê de sersariyek mezin heye jiber ku rêya ku qezxa çêbuye, ev demek dirêj e ji du şirîdan daxistine şirîdek û çûn hatin li ser şirîdek tenê çêdibe.

'Kontrola tonaja barê qamyon û tiran jî nayê kirin û jiber ku rê rampa ye barê kamyonan giran be, frêna wan jî xeradibe û ji kontrolê derdikevin.

Ebru Gunay destnîşan kir piştî qezaya yekê, tevdîrên ewlekariyê jî nehatine sendin û ev sersarî bû sedema qezaya duyê.

Şahidek qezayê destnîşan kir dema dîtîye li benzinxaneyê qeza bûye, miraq kirîye û çûye ciyê qezayê lê hê baş tê negiştiye ka çi bûye çawa bûye, qamyonek din ji kontrolê derketiye û bi ser wan de hatîye.

Wî got 'dîmenek kambax bû eynî weke qiyamet, çend mîro di nav me de mabû, ez bi tesaduf filitîm. Qamyon li seyara û mirovan qelibû. Min li erdê perçê laşê mirovan dît, her der wekî qiyametê bû.''

Li gorî daxuyaniyên rayedaran derbarê vê qezayê da jî lêpirsîn hatîye destpêkirin.

Hêjayî gotinê ye heman roj danê sibê li ser rêya Entabê otobêsek Diyarbekirê jî qeza kir û 16 kes mirin, 22 kes birîndar bûn.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Amed/Diyarbekirê 21 08 2022