Pêwendîyên herdu hevalbendên NATO, Amerîka û Tirkîyê yek ji mijarên balkêş e ku çavdêr û şopînerên sîyaseta derve ya herdu welatan meraq dikin ka wê ber bi ku ve biçe, di dema rêveberîya serokê nû yê Amerîka Joe Biden de.
Antony Blinken, ku serok Joe Biden ew wezîrê derve hilbijartîye, di daniştina erêkirina wî ya bo posta wezîrê derve de li kongrêsê ji qanûndaneran re gotibû ku Tirkîyê wek hevalbendekê tev nagere û dê Waşinton hin cezayên din bide ber çavan li dor vehewandina Enqerê ya sîstema berevanîya mûşekan a Rûsî S-400.
Meha borî, Waşintonê hin ceza dan ser Tirkîyê ku Enqerê ew wek”şaşîyeke mezin” bi nav kirin.
Wezîrê derve yî Tirkîyê Mevlut Cavusoglu gotibû ew dê welatê wî hewl bide li gel rêveberîya Biden grûpeka hevbeş a kar ava bikin da ku pêdaçûneka teknîkî di vehewandina sîstema S-400 de bike.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan jî hevîyê xwe derbirîbûn ku dema Biden bibe serok wê gavin erênî werin avêtin li dor programa firokên şer F-35 ku Amerîka Tirkîyê jê dûr xistîye.
Li alîyekî din mijara serederîya Amerîka û Tirkîyê bi rewşa Sûrîyê re di dema serokayetîya Biden de, bala şopîneran dikşîne û hîn ne dîyar e ka wê çawa nêzîkî hev bibin li wir.
Pêşbînîya çi guhertinan di pêwendîyên Tirkîyê û Amerîka de dibe?
Bernameya Hest û Helwest, bi beşdarbûna du mîvanan ronî dide ser vê mijarê:
Henîfî Turan, peyvdarê Partîya Azadîya Kurdistanê ku li Dîyar Bekir dimîne û Zîver Ozdemir, parlemanterê Partîya Dad û Geşepêdanê li Batmanê ku niha li Enqerê dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke
Your browser doesn’t support HTML5