Hest û Helwest: Armanc û Qezencên Operasyona Tirkiyê li Herêma Kurdistana Îraqê

Tirkiyê şerê xwe yê bi deh salan li dijî şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê derbasî kûraniya Îraq û Herêma Kurdistana Îraqê kiriye, û hêz û çekên giran li herêmên sîrorî belav kirine.

Lê şareza dibêjin ev debarsbûna han kêmtirî derbasbûna Tirkiyê ya nav axa Sûriyê balê dikşîne, ji ber ku Tirkiyê hebûneke kevin li Îraqê heye.

Berpirsên Tirkiyê dibêjin armanca van operasyonên dawî ew e jinavbirina gefên dijî Tirkiyê ji cihê destpêkirina wê ve ye.

Ew her wiha parastina sînor e û nehîştina derbasbûna şervanên PKKê bo Sûriyê ye, li gor Tirkiyê.

Herçendî hikûmeta Îraqê ji derbasbûna Tirkiyê bo axa Îraqê ne raziyê, lê wê, li gor hin çavdêran, dijberiyeke tund nîşan nedaye.

Ew dibêjin ji ber ku hikûmeta navendî ya Îraqê bêdeng e, hikûmeta herêma Kurdistana Îraqê jî neçar e bêdeng be.

Mustefa Ozçalîk

Bernameya Hest û Helwest vê mijarê li gel serokê partiya Azadiya Kurdistanê Mistefa Ozçelik gotûbêj dike.

Ji bo guhdarîkirina li bernamê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Hest û Helwest 28/7/2020