Di van demên dawî de girjî di navbera Tirkîyê û hevbendên wê yên NATO'yê de bilind bûn û gihîştin asta tawanbarîyên tund di navbera serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan û hejmarek serkideyên NATO'yê, di nav de jî Fransa û Amerîkayê.
Serokê Amerîka Joe Biden, wek nimûne, di helmeta xwe ya hilbijartinên seroktîyê de Erdogan wek zordarekî bi nav kiribû û Erdogan jî meha borî li dor piştgirîya Amerîka bo Îsraîlê li Gazayê gotibû ku destên Biden bi xwîn in.
Gelek mijarên nakok di navbera Tirkîyê hevbendên wê yên NATO'yê de hene, ji kirîna Tirkîyê ya sîstema berevanî ya mûşekan S-400 ji Rûsya ta nakokîyên wan li Sûrîyê.
Lê çavdêr û şopîner bi meraq li benda encamên kombûna NATO'yê ne ku roja Duşemê li Brukselê hate li dar xistin.
Gelo kombûna Erdogan û serkirdeyên NATO'yê çawa dikare pêwendîyên Tirkîyê bi NATO'yê re careke din baş bike?
Piştî kirîna Tirkîyê sîstema S-400, NATO çawa dikare bawerîyê bi Tirkîyê bike?
Serederî û destêwerdana cihê ya Tirkîyê li hin welatên herêmê, ta çi astê bandor dane ser asta pêwendîyên wê bi endamên din yên NATO'yê re?
Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:
Dr. Mehmûd Ebbas, şîrovekarê siyasî ku wîlayeta Teksasê dimîne û mamoste Ekrem Onen, şarezayê pêwendîyên navnetewî ku li Swêdê dimîne
Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin:
Your browser doesn’t support HTML5