Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan doh di axaftineka xwe de nîşan bi hêzên YPGê da û got Tirkiyê dê rê nede hebûna “ hêlînên terorê” li ser sînorê xwe yê li gel Sûriyê.
Nivîskarê siyasî Selah Bedreddîn axaftinên Erdogan şîrove kirin û got:
“Ev ne cara yekê ye Tirkiyê dibêje ewê bikeve Efrîn û Qamîşlo. Raste ew dikarin derbas bin, wek her hêzeka din. Kes rê li ber wan nagire, lê ez bawer im axaftinên Erdogan ên dawiyê dikevin çarçoweya axaftinên wan ên berê di vê derbarê de.”
Bedreddîn ku li Herêma Kurdistana Îraqê dimîne, li dor helwesta Rûsya di vê çarçowê de got ew bawer nake Rûsya bi temamî dev ji Kurdan berde.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê fayla deng veke
Your browser doesn’t support HTML5