Di Komxebata Amedê de Bandora Erdheje ya Ser Perwerdeyê Hat Nirxandin

Hefteya pêş sala nû ya xwendinê li seranserê Tirkîyê destpê dike. Li 11 bajarên ku Sibatê erdhej lê çêbû, zarok wê di bin şertên giran da dest bi perwerdeyê bikin.

Li Amedê di derbarê 'Bandora erdhêjê li ser perwerdeyê' de komxbetak hat encamdan û gotarên cuda hatin pêşkêş kirin ku qala rewşa heyî û pêşnîyarên jibo baştirkirina wê rewşê dikirin.

Beşdarê komxebatê û rêvebirê Sendîya Egitim-Senê, Fesîh Zîrek bal kişand ku di destê wan de hejmareke zelal tuneye ku çend xwendekar û mamoste di erdhejê de mirine, çend dibistan hilweşîne.

“Ev rewş weke kêşeyeke mezin e ku hîn jî hejmarek zelal nehatîye bidestxitin. Zarokên herêma erdhejê wê di nava kon û konteyneran de werin perwerde kirin.

Zîrek gilî û gazincên mamostayên ku ji herêma erdhêje beşdarî komxebatê bûne, bilind dike û dibêje ku hikûmetê di ware dibistan û xwendekaran de, ji bilî gotinan tiştekî berbiçav nekiriye.

“Li herêma erdhejê bi dehan dibistan wêran bûn û li wan bajarên zarok di nava konteyneran de perwerde dibînin, lê pispor bi bîr tînin ku jibo zarokên erdhêjê vegera jîyana normal pir girîng e.

Zîrek bi berdewamî got ku di komxebatê da hate bîrxistin ku li herêma erdhêjê piranî Kurd, Ereb, Alevî û derbider û penaber in û ew kes berîya erdhêjê jî bi pirsgirêkên cuda re rûbirû diman.

Zîrek dîyar kir ku komxebatê bal kişand ser pêdivîbûna rêvebirîyên xwecîhî di sîstema perwerdeyê de.

''Jiber ku rêvebirîya welat bi sîstema navendî bi rê ve diçe, di rewşên awarte de ti hêza rêvebirên herêmî namîne û ew bi serê xwe nikarin biryarên girîng bidin. Dîsa, komxebatê rexne li sîstema qayuman jî kir jiber ku bi wan qayuman ti planeke hawarçûn yan rizgarkirinê amade nekirîye.''

Di Encama Komxebata Perwerdeyê de Çi Tesbît Hatin Kirin?

Encamnameya komxebatê, ku roja Pêncşşemê hat weşandin, dîyar kir ku di dema erdhêjê de xuya bû ku biryarên Enqerê gelek caran ne li gor hewcedar û rastîyên herêmê bûn.

''Hate dîtin ku biryarên fermî yên di dema erdhêjê da, di dema xebatên rizgarkirin û lêgerînê da, di dema rehabîlitasyonê da, têrî pêdivîyan xwecîhî nekirin.’’

Komxebata sendîkayê da rexne li polîtîkayên dewletê tê kirin ku çar payê budçeya welêt ji polîtîkayên şer, ji amurên milîtarîst re tê veqetandin.

''Budçeya ku bi piranî jibo wan xalên jorîn tên veqetandin, têrî pêdivîyên civakî, tedbêrên bo erdhêjê, jibo felaketan, jibo parastina xweza û mirovan, bo pêşxistina binesazîya welêt nake. Komxebat encama giran ya erdhêjê jî bi van polîtîkayên hikûmetê ve girêdide.”

Di encamê de tê gotin ku zîyana dijwar ya felaketa mezin, bû sedem ku pirsgirêkên perwerdeyê yên ku bi salan e ketine ser hev, hîn girantir bin.

''Jiber polîtîkayên xelet yên piştî malwêranîya erdhejê, peywendîya zarokan bi dibistanê re qels bibe. Hêvîya vegera wan ya perwedeyê jî kêm bibe. Li 11 bajaran bi têra xwe dibistan nayên vekirin û wisa xuya ye ku girîngîya perwedeya zarokan ji tuneye. Di raportên ku ser rewşa dibistanan hatine amade kirin de pirsgirêk gelek in û herwiha di hejmara zarokên ku neqla wan birine bajarên cuda de jî kêşeyên mezin hene.''

Komxebat îdia dike ku avahîyên dibistanan li ser zemînên ne saxlem hatine lêkirin û budceyeke pir kêm jibo perwedeyê hatiye veqetandin.

“Herwiha pirsgirêka cîyê mayînê, yên xwarinê, yên saxlemîya zarokên herêma erdhêjê hîn jî çareser nebûye û di vê rewşa xirab de perwerde destpê dike. Ev hemî dibin sedem ku mafê perwerdeyê li herêma erdhêjê wê binpê bibe.’’

Encamname hişyarî dide ku piştevanîya psikosoyal ya jibo zarokan jî ne bi rekûpêk e û zarok ji piştvanîya derûnîyê bêpar dimînin.

''Mamoste yan mezinên li herêmê jî di heman demê da mexdurên erdhêjê ne û ew jî birîndar û di bin bandora travmayê de ne. Divê zarok jî, mezin jî hemî jiber van travmayan werin derman kirin.''