Tirkîye di Navbera Rûsya û Hevbendên Xwe yên NATOyê de

Di Demekê de ku Rûsya û Amerîka li Cinêvê hewla kêmkirina girjiyan didin li dor komkirina hêzên Rûsyayê li ser sînorê Ukrayna, Tikriyê helwesta xwe li dijî ”kiryarên dijminahî” nîşan dide û huşdariya metirsiyên her êrîşeke siberojê ya Rûsya li Ukrayna dide.

Wê her wiha li ser zimanê wezîrê berevaniyê Hulusî Akar rexneya hin hevbendên xwe yên NATOyê kir li dor cezayên li dijî Tirkiyê.

Kenedayê sala borî şandina çekan bo Tirkiyê blok kir piştî Tirkiyê hin dironên wê li Azerbaijanê bi kar anîbûn.

Berî wê jî Amerîkayê di sala 2020an de ceza dan ser Tirkiyê li dor kirîna wê ya sîstema S-400 ya berevaniya mûşekan ji Rûsyayê.

Ji bilî wan jî, girjiyên Tirkiyê û Yûnanistanê li dor deryaya Aega di van demên dawî de zêde bûne û metirsiya şerekî di navbera herdu welatan de li dar e.

Li gel nakokiyên Tirkiyê li gel hin endamên NATOyê û nêzîkbûna wê ya li gel Rûsyayê li hin cihan, roja Îro Enqere xwe li ku dibîne?

Amerîka û hevbendên NATOyê çawa nêzîkî Tirkiyê dibin?

Eger hat û Rûsya bi welatên Rojava re li hev kir, dê rewşa Tirkiyê çawa be?

Çarenûsa Tirkiyê wek endameke NATOyê çiye?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Azad Kobanî Endamê berê yê parlemana Sûriyê ku ji Virginia dimîne û Mehfûz Yildiz, şîrovekarê siyasî ku li Holendayê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Hest û Helwest 11-1-2022