Hilbijartinên bajarvanîyan li Tirkîyê roja Yekşemê lidar ketin û bi xwe re çend ecamên balkêş anîn. Ev cara yekê ye ji sala 2001’an ve ku partîya Serokomarê Tirkîyê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) di hilbijartinên hêrêmî de têk diçe.
Berî pênc salan di hilbijartinên 2019’an de 39 bajarvanî di destên AKP de bûn. Di hilbijartinên 31’ê Adarê de partîya desthilatdar ji 81 bajaran tenê 24 bajarvanî bidest xist. Li alîyê din, Partîya Gel ya Komarî (CHP) 35 bajar bidest xist, di nav de bajarên wekî Stenbol, Enqere û Îzmîr jî cih digirin. Di hilbijartinên 2019’an de tenê 21 bajar di destên CHPê de bûn.
Li deverên Kurdan jî, Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) serkeftineke berçav pêk anî û 10 bajarvanî bidest xist, di nav de jî sê bajarên mezin cih digirin: Amed, Mêrdîn û Wan.
Guhertina Nexşeya Siyasî
Şîrovekar dibêjin ku van hilbijartinan êdî nexşeya siyasî ya Tirkîyê bi awayekî berçav guhert.
“Li Tirkîyê hilbijartineke pir ecêb derbaz bû. Li hinek bajar û eyaletan, ne mumkin bû ku dengên xwe bidin CHP’ê, lê CHP li wir serket. Wekî mînak, li Semsûrê tiştekî ecêb ku ku CPH’ê biserkev. Lê ev yek pêk hat,” Adnan Ateş, rojnamevan û xwedîyê Kovara Ekovîzyon li Stenbolê, ji Dengê Amerîka re got.
Semsûr yek ji çend bajarên ku di Sibata 2023an de erdhejeke kujer qewimî, tê de bêtirî 53 hezar kes hatin kuştin.
Ateş dibêje dibe ku siyasetên aborî yên hikûmeta AKP’ê li van deveran û cihên din sedemên serekî bin ku dengder piştgirîya partîya Erdogan nekin.
Mirad Bayram, edîtorê rojnameya Botan Times, niha li bajarê Semsûrê ye. Ew ji Dengê Amerîka re dibêje ku şikestina AKP li cihekî wekî Semsûrê peyameke zelal bi xwe re anî.
“Gelek piştevanên partîyên, bi taybet yên AKP, dengên xwe dan berbijarê CHPê. Du sedemên bingehên yên vê yekê hene. Ya yekê, piştî hilbijartinên giştî yên Gulanê, desthilatê gelek soz dan û ew soz pêk neanîn. Ji ber dilmayîna hinek kesan, wan dengên xwe dan partîya herî hêzdar ya opozisyonê, anku CHP. Ya din, vê dîyar kir ku berbijar gelekî girîng e. Dema di civakê de kesên naskirî û xwedî qîmet dibin berbijar ew ji partîya xwe jî zêdetir dikarin vê yekê bides bixin,” Bayram got.
Li Semsûrê berbijarê CHP’ê Abdurrahman Tutdere bû.
Helwesteke dijî AKP
Bi serkeftina CHP di van hilbijartinan de, şîrovekar dibêjin ku dengderan li Tirkîyê helwesteke zelal û eşkere hember AKP û serokê welêt Erdogan nîşan da.
“Gelên Tirkîyê û Kurdistanê naxwazin ji alîyê tenê yek kesî ve bên rêvebirin. Ew naxwazin derbarê wan tenê yek kes biryaran bide. Gelek ji wan kesên ku ev 20 sal in dengên xwe didan AKP, vê carê dengên xwe nedan AK Partîyê,” Kerem Tekoglu, lêkolerê Kurd ku li Stenbolê dimîne, ji Dengê Amerîka re got.
Rojnamevan Ateş dibêje eger peyamek di van hilbijartinan de giştibe Erdogan, ewê bê guman derbarê hêz û desthilata wî be.
“Berî Enqere, anku Erdogan, gelek projeyên mezin li bajarên din wekî Stenbolê qebûl nedikir, jiber ku nedixwest bi opozisyonê re kar bike. Lê piştî van hilbijartinan, ez texmîn dikim ku Erdogan tiştên wisa neke, jiber ku ew êdî baş dizane ku xelk dikarin bi rîya dengdanê bersîva wî bidin,” Ateş got.
Jibo DEM Partî jî, rojnamevanan Mirad Bayram dibêje dibe ku encamên hilbijartinan û serketina CHPê ji AKP û Erdogan re nîşan bidin ku ew nikarin biryaran bi serê xwe dijî partîyên Kurdan bistînin.
Ev demeke dirêj bû di rêvebirîyên herêmî de Kurdan nikarîbûn. Li rêvebirîyên ku ew hilbjartibûn, qayum hatibûn şandin û di meydanê de siyaseta Kurdan nikarîbû cihê xwe bibîne. Piştî van hilbijartinan, êdî ew hêza ku AKP pê digot: ‘hema ez çi dixwazin ezê li gor dilê xwe biguherim’ şikest. Ew jî hêvîyekê di dilê Kurdan de çêdike ku dibe jibo şaredarîyên wan qayum neyên şandin.
DEM Partî û Rola Leyla Zana
Di hefte û rojên berî hilbijartinên xwecihî de, DEM Partî asta kempeyna xwe li bajarên Kurdan zêde kir. Yek ji gavên berçav di wê kempeynê de ew bû ku siyasetvana Kurd ya navdar Leyla Zana bi awayekî çalak beşdarî kempeyna bo DEM Partî dibû.
“Di vê sala dawî de, DEM Partî bi Kurdî re eleqedar bûn. Behsa Kurd, Kurdistan, ziman, çand û kelepura Kurdî li qadan zêde hate bilêvkirin,” Tekoglu got.
“Bê guman rola Leyla Zana di vir de gelekî hebû. Piştî ku Leyla Zana li Diyarbekir derket qada Newrozê û li ser dikî bi Kurdî axivî, wê roleke mezin lîst ku DEM Partî biserkeve. Leyla der û êşên Kurdan baş dizane û bi awayekî baş wê ew yek anî ziman. Ev jî tê wê wateyê, eger DEM Partî yan partîyeke din be, di derbarê Kurdan de samîmî be, çanda wan, kelepura wan, zimanê wan biparêze, ewê miletê Kurd li wan xwedî derkeve.”
Tekoglu lê zêde kir û got, “lewra, eger niha DEM Partî li van 80 şaredarîyan ku bidestxistine çand û zimanê Kurdî biparêze, ez dibêjim ewê piştî çend salên din bêtir şaredarîyan bidest bixe. Belkî ew karibe heta 160 şaredarîyan li Kurdistanê bi dest bixîne.”