Dadgeheke Tirk sê meh berê cezayê zindanê li rojnamevanê Kurd Abdurrahman Gok hate birîbû, bi sedema ku wî çend foto û nûçeyên ku li bakurê Surî di şerê li hember DAIŞ’ê hatiye girtine û amade kirine.
Parêzerên Gok li dijî biryarê derketin û doza wî birin Dadgeha Heremî, lê ev dadgeh jî 1 sal û 6 meh û 22 roj ceza zindanê erê kir. Niha rêyeke tenê li ber Gok maye ku ew jî Dadgeha Bilind ya Tirkîyê ye.
‘’Ez îtiraza xwe li Dadgeha Bilind jî bikim, dizanim ku hêvî tuneye. Lê ji rûniştina yeke heta ya dawîyê ez li karê rojnamevanîya xwe xwedî derketim. Ew tiştên ku ez tawanbar dikirim, min tevahîya ji rûpelên arşîvê derxistin û radestê wan kiri, Eşkere bû ku ew tawanbarîyên ku li min dikirin hemî karên rojnamevanîyê ye. Tevî parastina min, dadgehê ceza da û taloq nekir jiber ku ew îkna nebûne ku ‘’ezê heman sucî dubare nekim’’ loma ceza taloq jî nekirin.''
Nûçeyên Gok yên 2014’an ku wî di dema şerê Kobanê de çêkirine, fotografên ku wî ji Kobanê parve kirine û di gelek dezgehên cîhanî de hatine belavkirin. Fotograf û nûçeyên dema êrîşa DAIŞ’ê li ser Şengalê yên dema êrîşa DAIŞê û 2017’an de di dema hemleya rizgarkirina Reqayê nûçeyên wî weke sûc derxistin pêş wî.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Gok di Newroza 2017’an da dîmenên dema kuştina Kemal Kurkut girt û bi xêra fotografên wî eşekere bû ku dijberê daxuyanîya wîlayeta Amedê Kemal Kurkut sivîl e û bi destê polîsan hatîye kuştin.
Di dema prosa dadkirinê de li dijî Apo Gok şahidekî nepenî îfade daye. Di wir de îdia kiriye ku Kemal Kurkut endamê PKK’ê ye û Gok jî bi talîmata PKK’ê ew roj li wir bûye û wan fotografan girtiye.
‘’Min li dadgehê de jî di parastina xwe de got ku dewlet dixwaze tola fotografên Kemal Kurkut bi rêya dadgehê ji min bigire. Bi kindarî nêzî min dibin. Destpêka vê dozê bi wan fotografan bû. Îfadeya şahid ket nav belgeyan jî. Min tekez kir ku dewlet dixwaze ji min tola fotografan hilde.''
Your browser doesn’t support HTML5