Tîrêj: Şandiyê Nû yê Netweyên Yekgirtî Dikare ji bo Sûriyê Çi Bike?

Şandiyê nû yê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyê Geir Pedersen dibêje ew dixwaze dest bi diyalogeke berdewam bike di navbera hikûmet û opozisyonê de, ji bo avakirina baweriyê û beşdarkirina bireke mezin a xelkê Sûriyê û alîkariya civaka navnetewî di hewlên dîtina çareseriyeke siyasî de ji heyşt salên şerê Sûriyê re.

Pederson Behsa pirsgirêka xelkê windabûyî û avakirina komîteka darêjtina destûrekî nû ji bo Sûriyê di demeke nêzîk de kir.

Wî bal kişand ser pirojebiryara Neteweyên Yekgirtî ya ku sala 2015ê bi tevahî hatibû erêkirin li dor nexşeriyeke aştiyê ku çareseriya siyasî vedihewîne.

Gelo Pederson dikare çi pêşketinan qezenc ke di demekê de ku şandiyên berî wî nikaribûn bikin?

Neteweyên Yekgirtî êdî çi gotin maye ku bêje, eger em bidin ber çavan di salên dawî de Rûsya, Îran, û Tirkiyê proseya Astana birêve dibin û niha ew bûne kilîtên sereke di Şerê Sûriyê de?

Baweriya ku Pederson behsa wê dike, çi bingeh jê re mane?

Bernameya Tîrêj vê mijarê li gel parêzer Abdullah Îmam gotûbêj dike.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Tîrêj 2/3/2029