Di demekê de ku êrîşên Tundrewên misilman li herêma rojhilata navîn zêdetir dibin, gelek kes behsa cudakirina mizgeftê ji desthilata fermî dikin.
Nivîskarê Kurdê Sûrî Ronî Elî, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser vê babetê û got:
“Çanda civaka herêmê li ser bingeheke Îslamî avabûye, û ta ku bingeha vê çandê nehête guhertin di mejiyê xelkêde, dê ev civak nikaribe çi sûdê jê wergire. Hin caran behsa danîna destûrekî dibû ku hin xêzan bikêşe di navbera aliyê ayînî, civakî û jiyana rojane de lê ew jî di şîrovekirina xwe de nikaribû nêzîkî wan xêzan bibûya.“
Elî ku li Hewlêr dimîne, bal kişand ser çarenûsa pêkhateyên ayînî û ew bi awakî rasterast girê da bi rewşa herêmê û çarenûsa wê bi tevahî di demen bê de.
Your browser doesn’t support HTML5