Parlamanterê Kurd Taşçier: Hin Partîyên Opozîsyonê Neteweperestîyê Dikin

Seroka Îyî Partî Meral Akşener di gotara xwe ya meclîsê de li ser nîqaşek hefta borî li bajarê Sêrtê pêk hatibû got ku li gor wan pozîsyona HDP’ê li cem PKK’ê ye û divê ew mesafe têxe navxwe û PKK’ê.’

Hevserokê HDP’ê Mithat Sancar jî weke bersîv got ku pozîsyona HDP’ê nav gel e

“Bi van daxuyanîyan dixwazin li heremê ewle ya destthilatîyê de jixwe re cî çêkin,” Sancar gotibû.

Ev nîqaş, dewamîya axaftinek di navbera Akşener û Kurdekî li bajarê Sêrtê bû.

Hefteya borî Akşener serdana Sêrtê kiribû û li wir hemwelatîyekî bi navê Cemal Taşkesen ji wê re gotibû ku ev der Kurdistan e.

“Ev der Kurdistan e, lê zimanê me, çanda me tê red kirin, çima parlamento Kurdistanê nasnake."

Akşener jî di bersîva xwe de gotibû ku di nav sînorê welêt de, yek dewlet heye û ew li dijî hizra wî ne.

Piştî ku ew dîmen li ser medya civakî hate parve kirin, Taşkesen bi sedema propagandaya terorê hate desteser kirin û piştî dayîna îfadeyê hatibû berdan.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu û Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî rexneyên giran li Akşener kirin ku çima bêdeng maye û yên ku dibêjin Kurdistan dixwazin Tirkîyê perçe bikin.

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier ji Dengê Amerîka re got ku ne ehlaqî ye ku partîyên opozîsyonê li ser neteweperestîya Tirk sîyasetê bikin.

“Muxalefet, divê bi zimanê AKP-MHP polîtîka neke jiber ku ew yek bi ser nakeve.''

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

kHF_11_04_2021_Taşçier_Taşkesen