Taşçier Hevditinên bi Ocalan re Encama Tekoşînê Ye

Parêzerên Abdullah Ocalan, piştî heft salan du caran çûn serdana wî.

Ocalan bi peyama dawî bang li çalakvanên grevên xwebirçîkirinê kir ku çalakîya xwe bi dawî bînin û ser dexwaza wî Leyla Guven û bi hezaran girtî ew çalakî qedandin.

Di bîragiştî ya Tirkîyê de îdîayek heye ku AKP piştî betalkirina hilbjartina Stnmbolê ser hesabê dengê Kurdan, rê li hevdîtinên bi Ocalan re vekiriye.

Parlamanterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier ew îdia red dike û dibêje ku Kurd mifteya hilbjartinê ne.

“Hevdîtinên bi Ocalan re encama tekoşîna Leyla Guven û girtîyan e. Birêz Ocalan li ser sekna xwe ya 2013'an ya dema pêvajoya çareserî ye, lê gelo dewlet li ser sekna xwe ye?"

Taşçier peyama Ocalan ya derheqa Sûrîyê û HSD’ê jî şîrove dike û ew mesaj girîng dinirxîne.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.