Dadgeha Herêmî biryara doza Tahir Elçî erê kir. 10’emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Amedê, di 22’ê Hezîranê de 3 polîsên gumanbar bê sûc dîtin û ew bêtawan derxistin. Bi vê biryarê rêya cezakirina polîsan û ya Dadgeha Bilind hate girtin.
Parêzerên Elçî wê dozê bibin Dadgeha Destûra Bingehîn.
Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Guleç bi daxuyanîyek nivîskî biryara Dadgeha Heremî şermezar kir.
''Di dosyeyên ku hêzên ewlekarîyê tên dadkirin, biryarên ne zelal dertên û faîlê wan dozan bi zanebûn meçhul dihêlin jiber ku li ser navê van kesan dewlet jî tê dadkirin.’’
Di dewamîyê de jî hate destnîşankirin ku ev doz di heman demê de doza lêgerîna edaletê ya civakê bû û biryar jî encama polîtîkaya bêcezahîştina dewletê ye. Lê dewlet dixwaze vê dozê bide jibîrkirin.
Baroya Amedê raporteke zanistî dabû amadekirin û li gorî wê raportê sê polîs weke gûmanbar hatin tespîtkirin.
Doza ku çar sal û nîv dewam kir, endamê PKK’ê Ugur Yakişir ê ku firar e, weke kujer dihate dadkirin. Sê polîs jî wekî ku bi qeza bûne sedema kuştinê, ji 6 selan heta 9 salan bi cezayê zindanê dihatin dadkirin.
Lê di biryara dawîn de dadgehê got ''Ne pêkane ku bê tespîtkirin guleya ku Tahir Elçî kuşt, ji demança kîjan polîsî derketîye.’’
Aktar ''Divê her sê polês jî bihata cezakirin''
Serokê berê yê Barpya Amedê Mehmet Emîn Aktar, yek ji evûqatên berbiçav ên Doza kuştina Tahir Elçî bû.
Ew dê li ser navê hevjîn û birayê Tahir Elçî, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bide.
Aktar jibo Dengê Amerîka axivî û îdia kir ku dadgehê ji destpêkê ve nexwest ku ev bûyer zelal bibe.
Wî bi bîr xist ku li gorî raporta zanistî ji kuştina Tahir Elçî her sê polîs gumanbar in.
''Bûyer li ber çavê kameran çêbû, dema herdû şervan baz didin û diçin Tahir Elçî hê sax e û li pîya xuya dike. Ev hersê polês jî ber bi Tahir Elçî ve gule berdane. Yanî ji van her sê polêsan yek Tahir kuştîye.''
Aktar behsa doza Narîn Guran kir ku sê kes ji bi cezayê giran ê hetahetayê hatin cezakirin.
''Di wê dozê de jî kesek Narîn kuşt lê ceza li sê gumanbaran hate birîn. Hersê polîs jî divê bihatana cezakirin. Lê bi qisûrê jî tu ceza li wan nehate birîn.’’
Tahir Elçî çawa hate kuştin?
Tahir Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de li navçeya Surê piştî daxuyanîyekê, di nav pevçûna polîs û şervanên PKK’ê de ma û hate kuştin. Di wan rojan de, Minara Çar Ling a dîrokî jiber pevçûnên dema şerê xendekan zîyan dîtibû. Elçî li ber linge minare daxuyanî dabû û behsa ziyana şer a li ser jiyana mirovan, şûnwarên dîrokî kiribû. Wî daxwaz kiribû ku şer raweste û aşitî çêbe. Lê li ber lingê minarê hate kuştin.
Di heman pevçûnê de berîya Elçî, 2 polîs jî bi destê şervanên PKK’ê hatibûn kuştin.
Navê Tahir Elçî bi dozên salên 90’î de, polîs û leşkerên bi kuştina Kurdan dihatin dadkirin, hate naskirin. Di gelek dozên ku Elçî evûqatîya wî kir, Tirkîyê li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpa gelek caran hate cezakirin.
Your browser doesn’t support HTML5