Di demkê de ku dîyaloga Kurdî-Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê hîn berdewam e, Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) dibêje nivîsgehên wê rastî êrîş û şewitandinê dibine.
Ew dibêje rêveberîya xweser di ber van êrîşan de berpirs e û divê wan kesên têkder ên ku êrîşan dikin bigre û ceza bike.
Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokrat Mezlûm Ebdî, di derbarê van êrîşan de, di twîtekê de got:
“Mafê tu kesî nîne êrîşî nivîsgehên ENKS û tu partiyên siyasî li Rojava bike, Hêzên Ewlehiya Hundirîn dê li gorî qanûnê bi erka xwe rabin.”
Çima ev êrîş niha dibin û ewê çi bandorê bidin ser axaftinên di navbera herdu alîyan de?
Kî dixwaze diyaloga Kurdî-Kurdî têk biçe û têkçûna wê dê çi encaman li xwe bigire?
Rêvebirîya Xweser û bi taybetî Hêzên Sûrîya Demokrat dikarin ta çi astê van cûre êrîşan rawestînin û bawerîyê di navbera herdu alîyên rikeber de bihêztir bikin?
Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna Weysî Çiya, şarezayê karûbarên Kurdan û mamosteyê zanîngehê li Brîtanya, ku niha li Almanya dimîne, ronî dide ser vê mijarê.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke
Your browser doesn’t support HTML5