Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) roja Înê di daxuyaniyekê de got wan hin agahî wergirtine li dor jêderên aborî yên şaneyên razayî yên grûpa terorîst Daişê li herêmê.
Berpirsê nivîsgeha ragihandina HSDê Ferhad Şamî ji Dengê Amerîka re got yek ji wan jêderan ew e ku Daiş li hin herêmên Reqa û Dêrazorê bi navê zekatê pereyan ji milet distîne.
Wî her wiha got ku navçeyên bin destê hêzên girêdayî Tirkiyê wek Serê Kaniyê û Girê Spî bûne jêdereke din ya aborî ye ji bo şaneyên Daişê.
Tê zanîn ku şaneyên razayî yên Daiş vê dawiyê êrîşên xwe li Sûriyê zêde kirine û wan berî çend rojan li kampa Holê karmendekî saxlemiyê kuşt.
Ev grûpa ku ti navçe di bin destê wê de nemane û şerê wê ji gelek aliyan ve dibe, çawa dikare hîn jî çalakiyên terorîst pêk bîne?
Kî alîkariya wê dike û çiqas pêkane ku ew careke din xwe bide ser hev û terorê li herêmê belav bike?
Koalisyona navnetewî ya ku di qonaxa piştî têkbirina Daişê de, kar dike ku ev grûp careke din geş nebe, çi plan di vê derbarê de hene?
Kampa Holê çi rolê di çalakiyên vê grûpê de dilîze?
Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:
Azad Berazî, şîrovekarê siyasî ku li bajarê Reqqayê dimîne û Kawa Azîzî, mamosteyê zanîngehê ku li Herêma Kurdistana Îraqê dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke
Your browser doesn’t support HTML5