Li Sûrîyê Avakirina Artêşeke Nû Alozîyan Derdixe

Wezîrê berevanî yê nû li Sûrîyê Murhef Ebû Qesra, di van rojên dawî de civînan ligel hejmareke komên serhildayên çekdar pêk tîne, bi mebesta ku wan bîne jêr fermandarîya wezareta berevanîya welêt.

Ebû Qesra roja Duşemê ragihand ku armanca van civînan ew e ku nexşerêyek were çêkirin jibo bicihanîna aramîyê li nav binesazîya leşkerî.

Demûdest piştî ku rêjîma Beşar el Esed 8’ê Berfanbarê hate roxandin, desthilatdarên nû li Sûrîyê ragihand ku yekkirina komên serhildayên û grûpên din yên çekdar li jêr sîwana artêşeke niştimanî dê amanca serekî be di qonaxa piştî Esed de.

Di salên şerê navxweyî li Sûrîyê de ku 2011’an destpê kir, bi dehan komên çekdar hatin damezrandin ku armanca wan yan şerê rejîma Esed bû yan jî parastina civakên xwecihî.

Murhef Ebû Qesra

Berî ku ew bibe wezîrê berevanî yê demkî, Ebû Qesra fermandarekî girîng yê koma Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) bû. HTŞ hêza serekî bû ku operasyona serhildayan ya ku bû sedema ketina Esed birêve dibir.

HTŞ, ku di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye û peywendîyên wê berê ligel el Qayîde hebûn, di rêvebirîya nû ya Sûrî de wekî hêza serdest hatiye holê. Rêberê HTŞ Ehmed el Şeri’, ku berê bi navê Ebû Mihemed el Jolanî dihat naskirin, vê dawîyê bang li hemû alîyên çekdar li Sûrîyê kir ku tevlî artêşeke yekbûyî bibin. Wî got ku wekî beşek ji wê prosesê, ewê HTŞ xwe hilweşîne.

Nicholas Heras, pisporê Rojhilata Navîn li Enstituya New Lines li Washington, got ku hikûmeta demkî bi rêbertîya HTŞ rûbûrîyê aktorên ku gelek çel di destên wan de ne û birêxistin in. Wî got ku ev kom ne bawerîyê bi planên HTŞ tînin, ne jî wê wekî cîgira mayindeyî ya rejîma Esed dibînin.

“Encama şerê navxweyî yê piralî li Sûrîyê ew e ku tevî hêza berçav ya HTŞ hember komên din yên çekdar li rojavayê Sûrîyê, hikûmeta demkî ya bi rêbertîya HTŞ bi çakvanîyên xwe sînordar e û li jêr sîya nebawerî û destnîşankirina terorê ji alîyê aktorên biyanî yên hêzdar ve dixebite,” Heras ji Dengê Amerîka re got.

FILE -

Yek ji komên serekî ku hikûemta demkî li Şamê dixwaze ku wê bîne nav Wezareta Berevanî, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ye.

Him hikûmeta Sûrî û him jî karbidestên Tirk daxwaza bêçekkirina HSD'ê dikin. Karbidestên Tirkîyê vê dawîyê ragihand ku eger şervanên HSDê çekên xwe daneyînin, ewê tevlî wan werin binaxkirin.

Lê HSD dibêje ku ew daxwaza proseseke siyasî ya rastîn li Sûrîyê dike, bi şêweyekî ku ew bibe bingehek jibo artêşeke nû li Sûrîyê. Berî hefteyekê, hate ragihandin ku civînek li Şamê di navbera El Şeri’ û hinek karbidestên HSD’ê hatibû kirin. Jêderekî hikûmeta Sûrî ji AFP re got ku ew civîn erênî bû, bêyî ku ti hûrgilîyan bide.

“Tevî ku ez piştrast im ku HSD dixwaze tiştê rast jibo Sûrîyê û gelê Sûrîyê bike, lê dema ku ew di şerekî man û nemanê de be ligel artêşeke hêzdar wekî Tirkîyê, ligel metirsîyên DAIŞ û komên din yên çekdar, ewê tiştekî ne di cihê xwe de be ku HSD bi awayekî yekalî çekên xwe deyîne,” Colin Clarke, berpirsê lêkolînan li Navenda Soufan, ji Dengê Amerîka re got.

Clarke herwiha da zanîn ku “armanca serekî ya HSD’ê ew e ku bimîne, û Sûrîye ne ew welat e ku komeke kêmanî amade be bi hêsanî çekên xwe deyîne, heta eger hikûmet soza ewlekarî û aramîyê bide.”

Nicholas Heras

Şîrovekar Heras bawer dike ku sînorên hêza HTŞ hene ku biryara xwe di vê qonaxê de li seranserê Sûrîyê ferz bike, “jiber ku civaka Durzîyan li Suweydayê gumanê dikin ku HTŞ karibe rê li ber hêmanên tundrê di nav koalisyona xwe de bigire, HSD’ê dê xweseriya herêma jêr kontrola xwe ji dest nede, aktorên din jî wekî Odeya Operasyonên Başûr, grûpên Turkmenan yên ser bi Tirkîyê ve, mîlîşyayên Krîstîyanan li Humsê, û êlên Elewîyan ku hêdî hêdî xwe didin hev, ew hemû daxwaza role di siberoja Sûrîyê de dikin.”

Wî got ku mîlîşyayên li Sûrîyê, heta gelek di nav civaka Erebên Sunnî de jî, “di vê qonaxê de bawer dikin ku HTŞ dixwaze zordarîya partîya Be’is bi ya xwe ve biguhere.”

Myles Caggins, berdevkê berê yê Koalisyona Navnetewî ya dijî DAIŞ, got ku divê hikûmeta nû ya Sûrî gavên giştî bavêje da ku piştgirîya navnetewî misoger bike.

“Divê Sûrîyê hikûmetekê damezrîne ku rêzê li mafên mirov digire, parastina mafên kêmnetewan dike, û piralî be, di nav de jî ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve. Tenê wê demê, dê Sûrîyê bilez cihê xwe li ser asta navnetewî bibîne.”