Feysel Îbrahîm: Bê Amerîka Neteweyên Yekgirtî Nikare Tiştekî Bike

Civata Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî di kombûna xwe ya li dor Sûriyê de, nikaribû daxuyaniyeke hevbeş belav bike û rewşa dawiya li bakur û rojhilatê Sûriyê der bibire.

Şîrovekar dibêjin rikeberiya di navbera hin welatên mezin de, bandora xwe bi awakî rasterast dide ser van cûre biryar û daxuyaniyan.

Siyasetmedar Feysel Îbrahîm di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser mijarê û got ku ji Amerîka dihate xwestin fişarê di vê derbarê de bike û nehêle ku Kurdên Sûriyê wiha bêhêvî bimînin.

Ibrahim ku li wîlayeta Ohio dimîne got gelek tişt ji Amerîka dihatin xwestin û wê nekir.

Wî got:

“Pêwîst bû Amerîka hêza xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê nekişîne, ji ber ku vekişîna wan bû glopa kesk ji Tirkiyê re ku êrîş bike.”

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna Feysel Îbrahîm