Wezîrekî Herêma Kurdistanê Banga Parastina Mafên Tirkmenan li Sûrîyê Dike

Aydin Marûf, wezîrê karûbarên pêkhateyan li hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Wezîrê karûbarên pêkhateyan li hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê banga parastina Tirkmenan li Sûrîyê kir û got ew hêvî dike mafê ti neteweyê di Sûrîya nû de nayê binpêkirin.

Aydin Marûf, Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan li Herêma Kurdistanê, di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka diyar kir ku “pêwîst e hemû alî di rêvebirîya siberojê de li Sûrîyê beşdar bin, di nav de jî Tirkmen, jiber ku Tirkmen gelekî resen yê Sûrîyê ye û divê beşdarî prosesa siyasî li wî welatî bikin.”

Marûf, ku endamê polîtburoya Bereya Tirkmen e, herwiha da zanîn ku nêzîkî du milyon Tirkmen li Sûrîyê hene û li wir rastî zilm û zorê hatine.

Nifûsa Sûrîyê 24 milyon e, lê di tomarên fermî de navên pêkhateyên netewî û olî de nayên danîn. Lewra, ti hejmarên fermî derbarê hejmara nifûsa Tirkmenan li Sûrîyê tunene.

Biradost Mîtanî

Pispor dibêjin ku Tirkmen li Heleb, Şam, Laziqiyê û hinek deverên Colanê dimîmin.

“Tirkmen li van deverên Sûrîyê hene lê ew berbelav bûne. Rêxistin û sazîyên Tikmenan behsa milyonan dike, lê rastîyê de ev hejmar ne rast in,” dîrokzan Biradost Mîtanî ji Dengê Amerîka re got.

Mîtanî, ku pirtûkek ser dîroka gelên deverê nivîsîye, diyar kir ku hinek çavkanîyên serbixwe dibêjin ku hejmara Tirkmenan li Sûrîyê ne zêdetirî 500 hezarî ye.

Tevî ku hinek Tirkmenên Sûrîyê heta niha bi zimanê xwe dipeyivin, lê piranîya wan di nav Ereban de asîmîlate bûne.

Dr. Zara Salih

Zara Salih, şîrovekarê siyasî li Londonê, dibêje dibe ku Tirkîyê doseya Tirkmenan li Sûrîyê bikar bîne jibo ku berjewendîyên xwe li wî welatê pêşve bibe.

“Tirkîye doseya Tirkmenan germ dike û hewl dide ku wê mezin bike, jiber ku ew dixwaze vê kartê bo pêşxistina ajendeyên xwe di Sûrîya nû de bikar bîne,” Salih ji Dengê Amerîka re got.

“Tirkîye dixwaze ji du alîyan ve hebûna xwe ya siyasî li Sûrîyê bihêz bike. Ji alîyekî ve ew alîkarîya kom û hêzên Erebên Sunnî dike û ji alîyê din ve dixwaze Tirkmenan wekî destek di Sûrîya siberojê de bikar bîne.”

Piştî ketina rejîma Beşar el Esed berî mehekê, karbidestên Tirk eşkere kirine ku wê mafên hemû pêkhateyan werin parastin. Tirkîyê roleke serekî di piştgirîya serhildayên dijî rejîma Esed de lîstîye.

Komeke çekdar ya ser bi Tirkîyê ve li gundekî nêzîkî Efrînê.

Ji destpêka şerê Sûrîyê sala 2011’an ve, gelek komên çekdar û siyasî yên Tirkmen bi piştgirîya Tirkîyê hatin damezrandin. Wekî mînak, sala 2012’an avakirina Meclîsa Tirkmen ya Sûrî li Stenbolê hate ragihandin. Di hinek civînên vê grûpê de serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan û karbidestên din yên payebilind yên Tirkîyê amade bûne.

Di nav hêzên çekdar de jî koma Sultan Murad û ya Suleyman Şah, ligel çend grûpên din yên çekdar yên herî nêzîkî Tirkîyê tên dîtin.

Van grûpan li hinek deveran şerê rejîma Esed kiribû. Lê di şerê dijî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de jî koman roleke serekî dilîzin. Li gor raportên Neteweyên Yekbûyî û Amerîkayê, van komên çekdar gelek binpêkirinên mafên mirovan li Efrîn û deverên din yên li jêr dagîrkeya Tirkîyê kirine.