Serokê Amerîka Donald Trump berevaniya siyaseta xwe ya li rojhilata navîn kir, di demekê de ku rastî rexneyên tund tê li dor vekişandina hêzên Amerîkî ji bakur û rojhilatê Sûriyê.
Seroka encûmena niwêneran Nancy Pelosi rêkeftina Amerîka û Tirkiyê bi tundî rexne kir û wek şermezarî anî ziman.
Nivîskar û şîrovekarê siyasî Mehmûd Ebbas di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka behsa van helwestên ciyawaz ên berpirsên Amerîkî kir.
Wî got:
“Ez bawer nakim ku ev helwest fişareke raste rast bidin ser Trump di warê hilbihjartinên sala 2020an de.”
Ebbas ku li wîlayeta Texasê dimîne, bal kişand ser biryara vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê û got renge rêkeftina bûyî bandorê bide ser wê û bihêle ku Amerîkî li Sûriyê bimînin.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê fayla deng veke
Your browser doesn’t support HTML5