Dadgehkirina Kêşebar Ya Çekdarên Daişê Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

IS Members

Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja 10ê meha Hezîranê ragihand ku ewê dest bi dadgehkirina bi hezaran çekdarên Daişê bike, ku ji dema hilweşandina “xîlafeta” Daişê ve di zindanên wê de girtî ne.

Berpirsên Rêveberiyê van dadgehkirinan wek gaveke girîng ji bo rûbirûbûna terorê û pêkanîna dadmendiyê tînin ziman.

Ew dibêjin ku endamên Daişê dê li gorî yasayên dijî terorê yên Rêveberiya Xweser û yasayên navnetewî bên dadgehkirin, li gor ajansa Furat ya nûçeyan (ANF).

Ev bû çend sal in berpirsên Kurdên Sûriyê daxwazê ji civaka navnetewî dikin ku her dewletek welatiyên xwe yên Daişî werbigre, lê ev daxwaz ji aliyê gelek welatan ve hatiye redkirin.

Berpirsên Neteweyên Yekbûyî, karbidestên Amerîkî, û şarezayên ewlekarîyê çendîn caran daxwaza vegerandina bergumanên biyanî yên Daişê û endamên malbatên wan ji bakurê rojhilatê Sûrîyayê di zûtirîn dem de kirine.

Ew dibêjin hîştina wan di kamp û zindanên girtî de metirsiyên mezintir derdixe pêş, di nav de jî rev û tevlêbûna wan bo şaneyên razayî yên wê grûpa terorîst.

Ian Moss, cîgirê koordînatorê dijî terorê li wezareta derve ya Amerîkî demekê berê di çalakiyeke Peymangeha Washingtonê ya ji bo Siyaseta Rojhilata Nêzîk de gotibû ku "Eger [Çekdar] birevin, ew ê ne tenê ji bo bakurê rojhilatê Sûriyê, lê ew ê li ser herêmê û li ser Amerîkayê jî bibin metirsî… Rêya herî baş ji bo pêşîgirtina li vê yekê ew e ku wan vegerînin welatên wan, da ku li wir jinûve bêne perwerdekirin, tevlî civakê bibin û dema guncaw werin dadgehkirin."

Herçendî nediyar e çend welatiyên Amerîkî li Bakurê Rojhilatê Sûriyê girtî ne, wezareta derve dibêje 39 kes ji wir hatine vegerandin.

`Nabe Bê Dadgehkirin Bimînin`

Ciwan Mihemed, hevserokê Sandîkeya Parêzerên herêma Cizîrê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li Qamîşloyê dimîne dibêje, biryara “dadgehkirina van çekdaran hinekî dereg hat, ji ber mercên navnetewî, ku hin welatan astengî derdixistin pêş û her wiha ji ber rewşa li ser erdê.”

Wî got,” em dibînin ku li pêşiya gelê me, li pêşiya kesên ku ziyan dîtine, li pêşiya miletê me yê Ezdî, li pêşiya miletê me yê Kobaniyê û her warekî ku tê de komkujî bûne, ji mafê wan kesan e ku bibînin dadgehek bê lidarxistin û her tişt tê de zelal bibe.”

Mafnas dibêjin ji bo pêkanîna pîvanên dadwerîyê, pêwîstî bi wê yekê heye ku parêzger ji bo bergumanên Daişê werin erkdarkirin.

Parêzer Xalid Omer, ji bajarê Qamîşloyê, ji Dengê Amerîka re got,” Li gorî qanûna navnetewî ya mafên mirovan, ji mafê wane [girtiyên Daişê] ku werin dadgehkirin û çê nabe bêhtirî wilo bê dadgehkirin di zindanan de bimînin. “

Ew dibêje pêwîste biryarek ji dadgehê derkeve ku gunehkariyên wan û cezayên wan destnîşan bike.

Berî demekê Letta Tayler, şarezaya karûbarên dijî terorê di rêxistina Human Rigfhts Watch de di Twîteke xwe de piştygiriya desthilatdarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di derbarê rijdbûna wan ya dadgehkirina van girtiyan de kir û got, “li gor yaseyên navnetewî, heta di demên şer de jî divê pîvanên yaseyî werin pêkanîn.”

‘Agirê Di Nav Destan De`

Herçendî berpirsên Rêveberiya Xweser dibêjin ew bi îdyolojî û dadgeh û yaseyên xwe bawer in û hêvî dikin ku milet jî baweriyê bi proseya wan ya dadgehkirinê bîne, hin rikeber guman dikin ku Rêveberî karibe bi awayekî durist vê proseyê bibe serî.

Cedaan Elî, ku endamekî serkirdeyê Partiya Demmokrat ya Kurdisatanê li Sûriyê (PDKS) ye, dibêje ew dadgehkirin “Propaganda û şanoyekê ye ji bo ragihandinê.”

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê(ENK-S) ku wek opozisyona Rêveberiya Xweser tê nasîn, pênasîne bi desthilatdariya Rêveberiyê û dezgehên wê nake, di nav de jî sîstema wê ya dadwerîyê.

Elî di peywendiyeke telefonî de li gel Dengê Amerîka got,”Ne îmkan û ne jî şarezayîyên yasayî yên vê rêvebiriyê hene ku karibe bi awayekî durist û dadmend piroseke wiha mezin ya yasayî pêk bîne… bi anîna çekdarên Daişê bo navçeyên Kurdî, vê rêveberiyê agirek xist nav destên xwe ku êdî nizana çawa xwe jê dûr bixe…Ev çekdar bumbeyên çandî ne û renge di her demekê de biteqin… pêwîst bû ew li Bagoza Dêrazorê , cihê ku lê hatibûn girtin, hatibana zindankirin.”

Xwediyên Qurbaniyan Cezayên Tund Dixwazin

Yaseyên Rêveberiya Xweser rê nadin cezayê sêdarekirinê, di demekê de ku ew ceza ji hikûmeta û Îraqa cîran ve tê dayîn û niha Îraqê bi hezaran Çekdarên grûpê sêdare kirine.

Hin kes û nasên Qurbaniyên ser destê Daişê daxwaza sêdarekirina wan çekdaran dikin.

Ebdullrehman Evdî, rûniştvanê bajarê Qamişlo ye ku kurê wî yê 16 salî li gel 56 welatiyên din di teqîna 27ê Tîrmeha sala 2016an de, ya li taxa Xerbî ya Qamîloyê hate kuştin, dibêje ew kêmî cezayê sêdarekirinê qebûl nakin.

Wî Ji peyamnêrê Dengê Amerîka Zana Omer re got,”Wek xwediyên qurbaniyên ser destê Daişê, em dixwazin ew (Çekdarên girtî yên Daişê) li pêşiya me werin sêdarekirin, bêyî ku wan parêzer hebin yan jî cezayê zindana hetahetayê. Me sêdarekirina meydanî divê.”

Sîstema Dadwerî û Nebûna Pênasînê

Ne tenê opozisyona Rêveberiya Xwesr li nava Sûriyê, belê civaka navnetwî jî bi awayekî fermî pênasînê bi rêveberiya xweser nake û ev jî dijwariyeke ji bo wê derdixe pêş.

Şîrovekarê Siyasî Hisên Omer ku piştgiriya Rêveberiya Xweser dike, ji bo çaserkirina vê pirsgirêka pênasînê, pêşniyar dike ku Rêveberî bi alîlkariya rêjîma Sûriyê, ya ku pênasîn bi dadgehên wê dibe, van çekdaran dadgeh bike.

Wî got, “Ji ber rewabûna rêjîma Sûriyê li dunyayê, bi taybetî jî vê dema dawî û vegera wê nav Komkara Erebî, Xweseriya Demokratîk dikare bi rêjîma Sûrî re rêkeftinekê bike û dadgehên rêjîmê bi alîkariya Xweseriya Demokratîk van kesan dadgehkirineke ku li dunyayê were qebûlkirin bike.”

Lê ev pêşniyaz jî rastî redkirina rêjîma Şamê dibe û eger bibe jî, reng e li beramber mercên giran be ku xweseriya rêveberiyê jinav bibe.

Amar û Daişiyên Vegeriyayî

Li gorî raporteke meha Şubatê ya rêxistina Human Rights Watch (HRW) ku pala xwe dide ser hin çavkaniyên Rêveberiya Xweser û rêxistinên alîkîkariyan, dibêje ji sala 2019an ve, herî kêm 36 welatan bêhtirî 6,600 welatiyên xwe yên Daişî wergirtin yan jî rê da wan ku vegerin, di nav de jî bêhtirî 4,600 welatiyên Îraqî.

Raport dibêje, hin welat, di nav de Danîmark, Fînlanda, Almanya, Kazaxistan, Kosovo, Rûsya, Swêd, Tacîkistan, Ukrayna, Amerîka û Ozbekistan jî, niha gelek an piraniya welatiyên xwe yên jin û zarok vegerandine, lê wan kêm welatiyên xwe yên mêr vegerandine.

Ji Cotmeha 2022an ve, herî kêm 10 welatan hin welatiyên xwe yên din vegerandine: 17 bo Awustralyayê, 3 bo Barbadosê, 4 bo Kenedayê, 102 bo Frensayê, 12 bo Almanyayê, 1,245 bo Îraqê, 40 bo Holandayê, 38 bo Rûsyayê, 15 bo Spanyayê, û 2 jî bo Brîtanyayê. Li gorî heman rapora HRW.

Li gorî amaran rêveberiya xweser, nêzîkî 15 hezar rûniştvanên herêmên kurdên Sûrîyê li ser destê çekdarên Daişê jîyana xwe ji dest dane, bi hezaran birîndarbûne, û bi sedhezaran jî bi awayekî rasterast yan ne rasterast ziyan dîtine.

Piştrastkirina Dadgehkirineke Dadmend

Di demekê de ku koalisyona navnetewî ya dijî Daişê ta niha ti helwestek destnîşankirî di derbarê van dadgehkirinan de nedaye, peyvdarê berê yê koalisyona dijî Daiş Myles Caggins dibêje koalisyon dixwaze piştrast bike ku dadgehkirinên van çerkdaran rewa ne.

Wî di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka got, “Civaka navnetewî û Amerîka dixwazin piştrast bikin ku dadgehkirinên endamên Daişê rewa ne. Ev jî tê wateya ku divê van terorîstan mafê berevaniyê hebe, dadgehkirina di dadgehên guncaw de, ku dê gewahîdanên wan ne di encama êşkenciyê de bin.”

Caggins dibêje, li gel dadgehkirina wiha jî, “hin pirs li dar dimînin: gelo ev 10 hezar çekdarên Daişê dê piştî dadgehkirinê li ku werin girtin eger ew hatin cezakirin û dê çarenûsa wan çi be eger ew bê guneh hatin azadkirin?”

Lê li gel van hemî bendan jî, Caggins bawer e ku pêwîste civaka navnetewî bi awayekî nêzîk li gel Rêveberiya Xweser kar bike û piştgiriya wê di van dadgehkirinan de bike.

Peyamnêrê Dengê Amerîka Zana Omer beşdarî vê gotarê bû