Biryara rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûiyê ku ewê 10,000 çekdarên Daişê yên girtî dadgeh bike, bala gelek aliyên navxweyî, herêmî û navnetewî kişand û bû cihê gelek pirsiyarên yasayî jî.
Gelo ewê çawa wan dadgeh bike û armanca wê ji dadgehkirina wan çiye, eger em bidin berçavan ku metirsiya wan çekdaran piştî dadgehkirinê jî ji holê ranabe?
Dengê Amerîka ev pirs û hin pirsên din yên girêdayî vê mijarê ji şîrovekarê Siyasî Hisên Omer kirin.
Omer ku li Beçîkayê dimîne, got, “Ev bû zêdetirî çar sal û nîv in ku dewleta Daişê tune bûye û ta niha ti welatên xwedî hêz yên ku terorîstên wan di girtîgehên QSDê de, xwe nedan ber, ku ne dadgehkê ji bo wan bike û ne jî wan wergire û wan li cem xwe dadgeh bike. JI ber vê yekê, Xweseriya Demokratîk(Rêveberiya Xweser) bêçare ma ku biryara dadgehkirina wan bide.”
Civaka navnetewî bi awayekî fermî pênasînê bi sîstema dadwerî ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nake û vê yekê jî siya xwe daye ser proseya dadgehkirina çekdaran li herêmên Rêveberiyê.
Omer pêşniyar dike ku Rêveberiya Xweser bi alîlkariya rêjîma Sûriyê, ya ku pênasîn bi dadgehên wê dibe, van çekdaran dadgeh bike.
Wî got, “Ji ber rewabûna rêjîma Sûriyê li dunyayê, bi taybetî jî vê dema dawî û vegera wê nav Komkara Erebî, Xweseriya Demokratîk dikare bi rêjîma Sûrî re rêkeftinekê bike û dadgehên rêjîmê bi alîkariya Xweseriya Demokratîk van kesan dadgehkirine ku li dunyayê were qebûlkirin bike.”
Hin çavdêr bi guman li bijara dadgehkirina çekdarên Daişê li dadgehên Dîmeşqê temaşe dikin û dibêjin renge ew rastî nerazîbûna koalisyona navnetewî û di serî de jî Amerîkayê were.
Hêjayî gotinê ye ku hejmara endamên biyanî yên Daişê di zindanên Rêvebirîya Xweser de nêzîkî deh hezar e. Ji bilî hebûna bi deh hezaran endamên malbatên wan, ku piraniya wan jin û zarok in û li kampên Roj û El-Hol dimînin.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê fayla deng veke
Your browser doesn’t support HTML5