Imran Mensûr Behsa Şerê Parêzgeha Idlibê Dike

Imran Mensûr

Çalakvan û karmendên rizgarkirinê dibêjin 17 kes, di nav de jin û zarok, di encama êrîşên esmanî de hatin kuştin li parêzgeha Idlib a bakurê rojavayê Sûriyê.

Çavdêr dibêjin gurbûna şer di navbera serhildêran û hêzên alîgirên rêjîmê de, bandoreka neyînî liser proseya aştiyê çê dike û wê lawaz dike.

Parêzer Imran Mensûr di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka behsa evî şerê parêzgeha Idlibê kir û got “Rêjîma Sûriyê berê kar ji vê yekê re kir û ew ne bi destê Rêjîmê tenê ye. Destê hin aliyên din jî tê de heye, wek Tirkiyê û Rûsya. Dawiya hin girûpên opozisyonê hatiye, divê ew herin da ku agirbest li Sûriyê pêk bihê.”

Mensûr ku li Frensa dimîne bal kişand ser hêza opozisyonê û rêjîma Sûriyê û got "Rêjîma Sûrî hêz nemaye, opozisyon şerê hêzên Rûsya, Îran, û Hizbullah dike û ji ber vê yekê ew nikare bi ser keve."

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê fayla deng veke.

Your browser doesn’t support HTML5

Imran Mensûr 20_12_2017