Di vê demê de ku salverga 13’an ya şerê Sûrîyê nêzîk dibe, çavdêr dibêjin ku peydakirina çareserîyeke siyasî jibo wî welatî hîn ne pêkan e.
Tevî ku rêjeyeke berçav ya axa Sûrîyê ji destên hêzên opozisyonê derxistine, hîn jî hêzên ser bi rejîma Serok Beşar el Esed ve li çend deveran şerê serhildêran dikin. Ev yek bi taybet li deverên bakur û rojavayê welêt diqewimin, ew cihên ku hîn li jêr kontrola hêzên opozisyon û komên ser bi Tirkîyê ne.
Li bukur û rojhilatê Sûrîyê jî hêzên Kurdan yên ku Amerîka piştgirîya wan dike devereke berfireh kontrol dikin.
“Zehmet e ku mirov çareserîyeke siyasî bîne ber çavan li vê dema ku şer hîn didomine,” şîrovekarê karûbarên Sûrîyê John Saleh ji Dengê Amerîka re got.
“Şerê Sûrîyê pir aloz û çend alîyên wê hene, lewra dawî anîna vî şerî pêwîstî bi lihevkirineke navnetewî heye, lihevkirinek ku eşkere bûye bi hêsanî nayê bidestxistin,” Salih diyar kir.
Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêje ji destpêka şerê Sûrîyê sala 2011’an ve bêtirî 300 hezar kes hatine kuştin û 12 milyon jî li hundir û derveyî welêt derbider bûne. Lê rêxistinên navxweyî li Sûrîyê dibêjin hejmara qurbanîyên şer gihiştiye 500 hezar kes.
NY vê hefteyê got ku 16.7 mîlyon kes li hundirê Sûrîyê pêdivî bi alîkarîya mirovahî hene.
“Bêtirî 90% kes niha di hejarîyê de dijîn, aborî ligel toleyan hatiye roxandin û nebûna zêdebûya ya qanûnê kiryarên xirab û dizî ji alîyê hêzên çekdar û mîlîşyayan ve pir bûye,” Paulo Pinheiro, serokê Komisyona NY ya Lêpirsîna Sûrîyê got.
Komisyona NY ragihand ku di mehên dawî de pêleke tundûtûjîyê li Sûrîyê peyda bûye ku ji 2020’an ve tiştekî wek wê çênebûye. Komisyonê herwiha diyar kir ku alîyên şer li Sûrîyê sivîl û binesazîya sivîlan li welêt kirine armanc û ev êrîş digihêjin asta tawanên şer.
Hewildanên NY
Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres hefteya borî banga dawîkirina şerê Sûrîyê bi rîya bicihanîna biryara Civata Ewlekarîya ya 2254 kir. Ev biryara ku sala 2015’an hate pejirandin daxwaza dawîanîna şer li Sûrîyê bi rîya pêkanîna veguhestineke siyasî dike. NY herwiha sponserîya çend gerên danûstandinan di navbera nûnerên rejîma û opozisyona Sûrî kiriye bi mebesta amadekirina destûreke nû jibo Sûrîyê.
Lê David Adesnik, lêkolerê Saziya Berevanîya Demokrasîyan (FDD) li Washington, dibêje van hewildanên NY di salên dawî de ti nîşanên serkeftinê peyda nekirine.
“Rejîm kêfxweş e ku xeyala hevkarîyê peyda bike bi riya dirêjkirina van danûstandinan. Esed bi ti givaştinan hest neke piştî ku Kombenda Ereb ew careke din vegerand nav refên xwe, tevî berdewambûna hovîtîyan,” Adesnik ji Dengê Amerîka re got.
Sala borî Kombenda Ereb Sûrîyê piştî 12 salan careke din wekî endam vegerand nav refên xwe. Çend welatên Ereb jî wekî Urdun, Îmarat, Behreyn û yên din, peywendîyên xwe yên diplomatîk ligel rejîma Sûrî vejandin.
Joshua Landis, rêvebirê Beşê Rojhilata Navîn li Zanîngeha Oklahoma, ji Dengê Amerîka re got guhertina bi rîya destûrê yan jî bi rîya givaştina ser rejîmê êdî dijwar bûye.
“Hema piranîya welatên Ereb ji hewildanên bi serkêşîya NY û welatên Rojava jibo anîna guhertinê li Şamê dûr ketine.”
Kaptagon wekî fakter
Raport dibêjin ku jiber şerê dirêj, aborîya rejîma Sûrîyê wêran bûye. Ev jî bûye sedema belavbûna qaçaxtîya madeyên hişbir û çalakîyên din yên neqanûnî. Di encamê de, pispor dibêjin ku Sûrîyê, bi taybet deverên rejîmê, bûye navendek jibo berhemdan û qaçaxtîya Kaptagonê. Ev madeya hişbir ku bi erzanî tê çêkirin jibo rejîma bûye jêdereke serekî ya dahatê.
Caroline Rose, lêkolera Enstituya New Lines ya Lêkolînên Stratejîk, dibêje dema em behsa çareserîyeke siyasî jibo Sûrîyê dikin, divê rûbirûbûna tevneyên neqanûnî yên girêdayî rejîmê beşek be ji gotûbêjan.
“Lê belê, nabe ku ev yek were fêmkirin wekî gava serekî jibo pêşveçûna ber bi çareserîyekê ve. Kaptagon wekî rîyeke hêsan jibo danûstandinên vejandina peywendîyan hatiye bikaranîn. Vê yekê jî piştrast kiriye ku ew taktîkeke bêwate ye jiber ku rejîma nikariye gavên watedar bavêje jibo kêmkirina rola wê di bazirganî û belavkirina Kaptagonê de,” Rose ji Dengê Amerîka re got.
David Adesnik jî di vî warî de hevbîr e.
"Derbarê hewildanên Ereban jibo lihevkatinekê ligel Şamê, Urdunî fêrî derseke tal bûn. Tişta ku Amman bêtir dixwest dawîkirina qaçaxtîya Kaptagonê bû, lê ev yek xirabtir bû, li dema ku tundûtûjî li devera sînorê Urdun û Sûrîyê bêtir bûye," wî got.
Jiber ku Rûsya, endama herdemî ya Civata Ewlekarîya NY, hergav piştgirîya rejîma Sûrî li Civata Ewlekarîyê dike û ligel şikestina hêzên opozisyonê ser qada şer, Adesnik bawer dike ku “derfeteke kêm jibo çareserkirina krîza Sûrîyê heye, eger ne li gor pîvanên Esed be.”
“Lê ev yek nayê wateya radestkirinê. Divê Amerîka û Ewrupa toleyan tundtir bikin û her tişta ku karibin bikin da ku Esed ji dahatê bêkar bikin, dahatê ku dibe sedema bêtir ziyanan.”