Jiber Erdhejê Cindirêsa Efrînê Wêran Bûye û Bê Alîkarî Maye

Termên qurbaniyên Erdheja Sûriyê li bajarokê Cindirêsê

Erdheja 6ê Sibatê ku li bakurê Sûrîyê û Başûrê Tirkîyê xistibû, zerareke mezin li bajarê Cindirêsê yê herêma Efrînê çêkiriye, ku bi sedan avahî herfîne û gelek qurbanî şûn xwe hiştine.

Jiber vê erdhejê gelek çîrokên bi êş derketine, ku pir malbat bi temamî jêr kavilan de mane û jîyana xwe ji dest dane.

Yek ji wan malbatan ya Egîd Mustefa ya, ku tenê zarokekî wan yê 6 salî bi navê Mihemed zindî maye lê birîndar e, piştî ku bav Egîd hevjîna wî Şêrîn û du qîzên wan Roya û Mîra di bin kavilan de jîyana xwe ji dest dane.

Malbateke din ku di erdhejê de bûne Qurbanî, malbata Heskûto ye, qîza wan Arîn (23 sal) ku dema erdhejê li bajarê Helebê bû jibo pêşkêşkirina ezmûnên zanîngehê, ji Dengê Amerîka re tişta ku hatiye serê malbata xwe parve kir:

“Avahîya xanîyê me tê de bi temamî hilweşîye, bav û dayîka min, bira û xwîşka min giştikan jîyana xwe ji dest daye û termê xwîşk û birayê min hîn nehatiyederxistin”.

Arîn dibêje ku rakirina kavilan bi lez û rêkûpêk çênbû: “Dayîka min piştî 3 rojan birîndar hate derxistin, lê piştre jîyana xwe ji dest da, ew zû hatibûya rizgarkirin ewê xweş bimaya, lê dereng hat derxistin û êdî tendirustîya wê têkçûbû”.

Li gor rêxistina Berevanîya Sivîl ya Sûrî (Kumên Spî), tîmên wan ta niha 300 termên kesên jîyana xwe ji dest dane ji bin xirbeyan derxistinem herwiha hîn bi sedan malbat di bin kavilan de mane.

Lê Meclîsa Cindirêsê ya Xwecihî ku bi ser hikûmeta demkî ve ye û Tirkîyê ew erkdar kiriye, ragihand ku hejmara kesên jîyana xwe ji dest dane 675 kes in, herwiha 257 avahî li bajêr hilweşiyane.

Herwiha çavkanîyên ji herêmê dîyar kirin ku bi deh hezaran rûniştivanên Cindirêsê ji malên xwe derbider bûne, li nava zevîyan dimînin, ku tu alîkarî yan kon ku têde bicih bibin jibo wan nehatiye pêşkêş kirin, loma di sermaya zivistanê de rewşa wan jî xirab e.

Her di vê mijarê de çalakvanên Kurd serdestên herêma Efrînê bi xemsarîyê tawanbar dikin, ku destê alîkarîyê zû dirêj Cindinrêsê nekirine û bi hawara mexdûran ve nehatine, herwiha hewlên rizgarkirinê û rakirina kavilan giran û bi zehmetî tê kirin.

Çalakvan Fîdan Mihemed ku pir xizmên wê di erdhejê de bûne qurbanî dîyar dike ku: “Şênîyên bajarê Cindirêsê bi kanînên xweser û alavên sivik weke qazme û bêran kavil radikrin, ku alavin giran weke treks û bageran zû nehatin cihê avahîyên hilweşîyane, loma hejmara qurbanîyan zêde ye”.

Fîdan dibêje ku: “Dewleta Tirk ku li herêmê dagîrker e û artêşa wê lê bicih bûye, loma ji erka wê ye bi hawara mexdûrên erdhejê de bihata, lê tersî wê, Tirkîyê û komên çekdar rê nade alîkarî û hawarçûn bighêje herêmê”.

Rêvebirîya dergeha Bab El-Hewa ya di navbera bakur rojavayê Sûrîyê û Tirkîyê de ye, bi daxyanîyekê ragihand ku piştî sê rojan ji erdhejê tu alîkarî yan tîmên rizgarkirinê ji derve Sûrîyê derbaz nebûne.

Hêjayî gotinê ku ta dema amadekirina vê raportê hejmara qurbanîyên erdhejê li seranserê Sûrîê 3500 kes derbaz kiriye, ku tê pêşbînîn kirin hejmar hin zêde bilindtir bibe, çimkî gelek kes hîn di bin kavilan de ne.