Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûriyê Piştî Erdhejê bo Cara Yekem Daxwaza Piştgiriya YE Dike


Komisyona Ewropî roja Çarşemê got ku Sûriyê bo cara yekem daxwaza alîkariyê ji Yekîtiya Ewrupî kir, du roj piştî erdheja wêranker ku zêdetirî 11,000 kes li wir û li Tirkiya cîran kuştin.

YE got ku ew ê piştgirîya awarte ya lezgîn bide her du welatan û alîkariya mirovahî bi nirxa 6.5 mîlyon Euro (7 mîlyon dolar) pêşkêş bike di yek ji mezintirîn operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê de bi rêya Mekanîzma Parastina Sivîl.

Komîserê Ewropî ji bo birêvebirina krîzan Janez Lenarcic got, "me daxwazek ji hikûmeta Sûriyê wergirtiye ji bo alîkariyê bi rêya mekanîzmaya parastina sivîl," Lenarcic ji rojnamevanan re got ku welatên endamên Yekîtiya Ewrupî têne handan ku alîkariyê li gorî daxwazê bikin.

Berpirsekî Yekîtiya Ewrupî got ku bloka 27 endaman dê pêdivî bi tedbîrên baş hebe da piştrast bike ku arîkariya hatî peydakirin bi bandor digihêje kesên hewcedar û pêşkêşkirina her alîkariyeke pêşerojê ya Yekîtiya Ewrupî dê bê çavdêrî neçe.

Welatek dikare bi mekanîzmaya Yekîtiya Ewrupî daxwaza alîkariyê bike dema ku rewşa awarte an karesatek zora şiyanên bersivdayîna wî welatî bibe.

Piştî ku were çalakirin, Navenda Kordînasyona Bersiva Lezgîn a YE arîkariya ku ji hêla welatên endam û heşt welatên din ên beşdar ve hatî peydakirin hevrêziyê û fînansekirinê dike.

Lenarcic wê sibê li Tirkiyê serdana heremên ku ziyan dîtine bike.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG