Hest û Helwest: Projeya Opozisyona Sûrî ya Avakirina Xanîyan ji bo Koçberên Ghûta

.

Medya Hevpeymanîya Opzisyona Sûrî(SOC) ragihand ku serokê wû Nesr el-Herîrî serdana cihê projeyeke avakirina xanîyan li bajarê Babê yê bakurê Sûrîyê kir, ji bo vehewandina bêşûnûwarbûyên Ghûta ya gundewarên Dîmeşqê.

Li gor medya Hevpeymanîyê, dora 3,000 xanî hatine avakirin û plan ew e ku hejmara xanîyan bigihe 20,000 xanî.

Armanca Hevpeymanîyê û sîyaseta wê ya demdirêj di derbarê vê projeyê de çîye?

Di demekê de ku şerê Sûrîyê hîn bi dawî nebûye û ti çareserîyên sîyasî ne diyar in, ev proje dikare çi sûdeyê bigihînin herêmê?

Projeyeke wiha dikare çi nemeyên sîyasî ragihîne?

Çiqas metirsî hene ku ev cûre proje bibin rastîyeke demdirêj li ser erdê û rolekê di guhertina demografîk ya herêmê de bilîze?

Gelo Hevpeymanî plan dike projeyeke wiha li bajarê Efrînê jî ava bike?

Abdulla Guado

Bernameya Hest û Helwest vê mijarê li gel Ebdella Gedo, endamê desteya sîyasî ya Hevpeymanîya Opozisyona Sûrî gotûbêj dike.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Hest û Helwest 24/11/2020