Berpirsên Neteweyên Yekgirtî dibêjin komîta destûrî ya Sûriyê gaveke sereke ye ji bo çaksaziyên siyasî û hilbijartinan û dawîanîna şerê navxweyî yê welêt.
Lê jimarek aliyên opozisyonê û rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê rexneyan li vê komîtê dikin û dibêjin bê beşdarkirina wan, dê komît nikaribe çareseriyê ji kirîza Sûriyê re bibîne.
Berpirsên rêveberiya xweser dibêjin ev komît bi destê Tirkiyê û Rûsya û Îranê çêbûye û ew bi çi şêweyî daxwazên Sûriyan wernagerîne.
Çi hêvî ji vê komîtê dibin û çawa dikare nakokiyên tund di navbera aliyên dijber de çareser bike?
Vê komîtê ta çi astê desthilat heye ku xalên bingehîn û sereke yên destûra Sûriyê erê bike?
Nebûna rêveberiya xweser di komîtê de çi bandore dide ser karê wê?
Bernameya Hest û Hewest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser mê mijarê:
Kawa Azîzî mamosteyê zanîngehê ku li Hewlêr dimîne û Fethulla Huseynî, endamên serkirdayetiya partiya Çep a Kurdî Sûrî ku li bajarê Sulêmaniyê dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla denge veke
Your browser doesn’t support HTML5