Li Amedê hin jin bi keda destê xwe dabara xwe dikin. Lê, kêm bazar hene ku bi seranser jibo jinan hatine vekirin. Sûka Keda Destê Jinan ya li taxa Peyasê (Kayapinar) jî yek ji wan e ku niha li 42 dikanên biçûk, jin bi hunerên destkarîyê li ser xwe dimînin, dabara jîyanên xwe dikin. Ayhan bi dirûtinê, Nezehet jî bi çêkirina nanê sêlê çar sal in li vê bazarê ked didin.
Geryana Nava Sûka Keda Destê Jinan ya Amedê
Your browser doesn’t support HTML5
Li Amedê Sûka Keda Destê Jinan ya li taxa Peyasê li 42 dikanên biçûk, jin bi hunerên destkarîyê li ser xwe dimînin, dabara jîyanên xwe dikin. Ayhan bi dirûtinê, Nezehet jî bi çêkirina nanê sêlê çar sal in li vê bazarê ked didin.