Evîn û Ferîd Azad, hevjînên ciwan in û salek berê ji Stembolê koçê Amedê kirin
Her du jî mamoste ne. Ew jibo jîyaneke bi xwerû Kurdî hatine Amedê û êdî li vir dijîn. Wan armancek daye pêş xwe ku hemî karûbarên jîyana rojane bi zimanê Kurdî bikin.
Helbet ev biryar bûye sedema hin berdelan jî. Hem Ferîd hem jî hevjîna wî Evîn, jibo bi Kurdî pêştir bi êdî bi ti zimanek din, taybet bi Tirkî dê neaxivin, dest ji mamostetî berdaye.
Ew vê helwesta xwe weke ‘Çalakîyek pasîf’ bi nav dikin û bi rêgeza çalakîyên pasif dixwazin doz û tekoşina mafê ziman û çanda Kurdî bikin.
Hevjînên ciwan bi jîyana xwe dixwazin bibin mînak ku hezkirin û axaftina Kurdî di nav civakê da geş bikin.
Ew endamê Platorfma Ciwanên Serbixwe ne ku di 5’ê mehê de li Amedê li Meydana Şêx Seîd bi preskonferansekê sond xwaribûn ku ewê jîyana xwe tenê bi Kurdî bidomînin.
Ferîd Azad ji Dengê Amerîka re behsa avakirina Platforma Ciwanên Serbixwe, armancên platformê, biryarên çalakîyên pasif kir.
‘’Şeş sal bere me ev platform ava kir, lê hin xalên bingehîn hene, bi giştî em dema behsa xwe dikin, cîhanbînî, felsefe, hizr û ramana me li ser van xalan ava bûye: Xwedeperestî, niştimanperwerî û mirovdostî; weke metoda tekoşîanê jî berxwedana pasif yanî xebateka protestoya bê tundûtûjî me weke rêbaz daye pêş xwe. Bi giştî li Kurdistanê tevgereke ku van her çar têgehan lixwe girtibe, tuneye. Me xwest tevgera me wiha be. Armanca me ya nîhayî rizgarkirina miletê Kurd e li bindestîyê û bi van her çar têgehan me rêbazek ava kiriye û em bi vê rêbazê hewil didin ku doza têkoşîna rizgarîxwaza netewî bikin.”
Gelo li pişt wan ti partîyeke sîyasî heye, bi rastî jî serbixwe ne, Ferîd wiha bersîva vê pirse dide:
‘'Na, bi rastî jî têkilîya me bi tu tevgerek tuneye, helbet kesîtîyên ku em nasd ikin hene, ev tiştek din e, lê Platforma Ciwanên Serbixwe, şaxek, baskek, beşek tu partîyek sîyasî nîne. Jibo li ser medya civakî me ragihandibû, gelek kesîtîyên sîyasî jî bi însîyatîfa xwe hatibûn, lê pêwendîyeke me ya organîk digel wan nîne.”
Gelo ev biryar bandoreke çawa li ser jîyana Evîn Azad çêkiriye?
“Em gihîştin wê encamê ku em vê doze, tenê li nava miletê xwe, welatê xwe dikarin bidin meşandin. Digel ku hemû nas û xizm û malbatê me li dijî derketin, nexwestin em mala xwe bar bikin werin, lê em bi biryar bûn ku li jîyana Stenbolê ev armanc bi ser nakeve, mekan û rih hevdû nedigirt. Biryara hatinê bi me fedakarî bû, biryareke zehmet bû jiber ku li vir me ti kesî nas nedikir, ti piştigrekî me tunebû ji bilî doz û armanca me: helbet di alîye aborî, malbatî gelek zehmetî hebûn, lê em di helwesta xwe de nehatin xwarê.”
Ferîd niha li Amedê li kargeheke tekstîlê kar dike û debarê malbata xwe bi dirûtina kincan dike. Evîn jî keça xwe Zînê mezin dike û li mala xwe odeyek kirîye pol û bi dildarî dersa Kurdî dide jin û zarokên cinarên xwe.
Gelo axaftina tene bi Kurdî tê wateya ku Tirkî red dikin? Evîn weha bersîva vê pirse da:
‘’Li ba me her zimanek weke ayeteke xwedê ye, ne ku em li hember zimanan e, lê zimanê ku di cîyê xwe de nayê bikaranîn, em li hemberê wê zimanê ne. Îro li Kurdîstanê zimanê serdest bi Tirkî ye û bi darê zorê li ser miletê Kurd hatiye ferz kirin û bi awayekî civak asimile kirine. Ev jî bi programên asîmilasyonê hatine kirin, li hember vê sîstema ku li me ferz dikin em helwest nişan didin. Zimanek li ser me rijdî neyê fezkirin em ne li hember wê ne.’’
Bi bawerîya Evîn, Kurdî di rewşeke xirab da ye û ji heyama asîmîlasyonê derbazî otoasîmîlasyonê bûye. Lewma jî dixwazin bi jîyana xwe destpê bikin û hezkirina ziman di nav civakê de geş bikin.
Gelo jîyana rojane da ev helwest li ser peywendîya wan ya civakî bandoreke çawa çêdike, Evîn Azad ji danûstandinên xwe yên bi der û cîranan mînakan dide.
"Cînarên me hene ku berîya me di jîyana rojane da bi Kurdî nediaxivîn, lê dibêjin ku piştî me hun nas kirin Kurdîya wan zaf bi pêş ket. Ev jibo min serkeftinek bû jibo ku tiştê ku me dixwest, ne ku em di nav piranîyê de bihelin, lê emê piranîyê bînin ser vê rêyê ku ew hişmendî ava bibe û bi zimanê xwe biaxifin. Piranîya zarokên wan bi Kurdî nizanin, an kêm dizanin, em bi wan zarokan re jî bi Kurdî diaxivin. Keça me heye, dema pê re ew Tirkî diaxivin, em dibêjin keça me Tirkî nizane, bi zimaneke xweş helweseta xwe nişan didin. Ew bandor li ser zarokan jî dike ku dema li kuçê me dibînin bi me re bi Kurdî daixivin. Siberojê ev tişt dê tim di bîra wan de bimîne.’’
Wê da zanîn li bazar û marketan jî bi Kurdî diaxivin, pir caran yên li hember kêfxweş mane. Lê carna li hin dikanan dema kesên Kurdî nizanin, daxwaz dikin ku kesek ji wan re wergerîyê bike, peyda bikin.
"Ger bi Kurdî neaxivin an kesek peyda nekin em jî ji wir derdikevin diçin marketeke din."
Lê, Ferîd got ku pir caran jî dibêjin qey ew Kurdên ji Rojava ne û bi Tirkî nizanin. Lê, piştî ku dibînin ev helwestek e, rêz û hurmet nişan didin.
Herwiha ew helwest bo axaftina bi Kurdî bondereke erênî jî çêdike.
"Di destpêkê de Li cîyê kare min pir kes bi Kurdî nediaxivî, lê piştî dîtin ku ez ji Kurdî nayêm xwarê, wan jî di nav xwe de dest bi axaftina Kurdî kirin.’’
Your browser doesn’t support HTML5