85 sal berê, di roja 15'ê Mijdara 1937'ê de, rêvebirê serhildana Dêrsimê Seyît Riza û 6 hevalên wî li Elezîzê hatin darve kirin.
Tevî Seyît Riza, kurê wî Reşik Huseyîn, Husênê Demenanî, Hesen û Seyît Husênê Qureyşanî, Elîyê Kalanî û Findik Axayê Yûsifanî jî hatin îdam kirin û her wekî yê Şêx Seîd û hevalên wî, cîyê gorên Seyît Riza û hevalên wî jî hate veşartin.
Serhildana Dêrsîmê di navbera 1937 û 38'an de destpê kir û gelek eşîrên Dêrsîm û Koçgirîyê di nav serhildanê de cî girtin û Dêrsim, Erzîncan, Elezîz, Sêwas, Meletî, Bîngol xistin bin bandora xwe.
Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li bajarê Dêrsîmê jibo salvegera îdamkirina Seyît Riza û hevalên wî li Meydana Seyît Riza bernama bîranînê li dar xistin.
Seyît Riza di 5'ê Îlona 1937'an de bi 72 hevalên xwe yê serhilder hate girtin û 13'ê Îlonê de Dadgeha Leşkerî cezayê îdamê da wî û ew di 15'ê Mijdarê de li Elezîzê hat sêdare kirin.
Hêjayî gotinê ye ku her sal vi 15'ê Mijdarê de sazî û rêxistinên Kurdan bi bernameyên curbicur Seyît Riza û hevalên wî bi bîr tînin.
Your browser doesn’t support HTML5