Çîroka Xemgîn ya Seyhan Dogan û 6 Xizmên Wî

Heznî û Seyhan Dogan

Di 3yê Tîrmehê de li bajarê Semsurê doza kuştina 7 gundîyên Kurd û leşkerekî hate kirin ku di nava bîragiştî de wek ‘’Doza JÎTEM'ê ya Dargeçîtê (Kerboran)'' tê zanîn.

Doz, di sala 2014'an de destpêkir û serfermandarê cendermeyên Mêrdînê yê wê demê Hurşît Îmren jî di nav da hemberî 18 leşker, cenderme û li qorîcîyan doz hate vekirin.

Lê, dadgehê di rûniştina dawî ya roja Duşemê de, bi sedema tunebûna delîlên berbiçav biryara beratkirina hemî gumanbarên ku dihatin damezrandin da.

Di sala 1995'an de piştî kuştina du mamoste û qorîcîyekî, li herema navça Dargeçît ya Mêrdînê operasyoneke hate kirin û di wê operasyonê de heşt gundîyên ku xizmên hev bûn bi îdiaya ku ‘piştevanîya rêxistina PKK'ê kirine’ hatin desteserkirin.

Di nav wan kesên desteserkirî de Heznî Doganê 11 salî û bire wî Seyhan Doganê 13 salî jî hebûn ku li Heznî jî çar roj êşkence hate kirin.

Heznî Dogan vê şahidbûna xwe wiha tîne ziman :

‘’Min dema ku keke xwe dît, her du mile wî paşde girêdabûn û ji milan ew daliqandibûn, Seyhan her carê digot ku hewarê çenge min dikin jêbin.’’

Heznî da zanîn piştî wê rojê êdî wan ji birayê xwe Seyhan û ji şeş gundîyên xizmê xwe ti agahîyek negirtine.

Piştî berdana Heznî, dayika wan Asya Dogan li pey şopa Seyhan gerîyaye, lê leşkeran ji wê re gotine ku ‘’Me ew berda lê dîyar e ku kurê te çûye serê çîya.’’

Ti lêgerînekî dayik Asya encam neda, jiber ku bi gotîna wê ‘Dewletê (Tirk) kurê min winda kir’’.

Dayik Asya Dogan bi xwe jî bi dema hewlên dîtina kurê xwe Seyhan de hate desteser kirin, 30 roj girtî ma.

Ji heft gundîyên winda, pêşî meytê Suleyman Seyhan di hundirê bîrek zuwa da, hate dîtin.

Heznî da zanîn li gor agahîyên di îdianameya dozê de, çawişek pispor ku navê wî Bîlal Batirir e, telefonê malbata Suleyman Seyhan dike û cîhê meytê wî radigihîne; lê ev telefon serê çawiş jî dixwe.

Paşê jî di sala 2013'an de qorîcîyek ji gundiyek wan re cîhê gora Seyhan dibêje.

Di bîrekî ku bi kevir hatîye tije kirin, hestîyên Seyhan û Mehmet Emîn Aslan hate dîtin û 2014'an de hestîyên Seyhan li Kerboranê hate binax kirin.

Li ser wesyeta wan, hestîyên dayika wan Asya û bavê wan Remezan ji Stenbolê anîn û li rex Seyhan binax kirin.

Heznî got ew encama doze qebûl nakin jiber ku ew şahidên êşkencê ne û hestîyê hemîyan hatiye dîtin.

Parêzgerên dozê bo betalkirina biryara dadgehê wê serî li dadgeha heremî bidin.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Çîroka Xemgîn ya Seyhan Dogan û 6 Xizmên Wî