Hest û Helwest: Roja Cîhanî ya Jinan û Rola Jina Kurd li Sûrîyê

Cîhan hersal roja 8ê Adarê wek roja navnetewî ya Jinan pîroz dike û piştgirîya pêşketina wan di gelek biwarên jiyanê de dike.

Durişma îsal ya 8 Adarê ev bû: Jin di serkirdayetîyê de pêşerojeke wekhev di cîhanê COVID-19 de pêk tîne.

Jina Kurd li Sûrîyê, di van çend salên borî de pêşketineke berbiçav di warê wekhevîya li gel mêrê Kurd de pêk anî. Wê bi çalakî û amadebûna di meydanên leşkerî, siyasî, civakî, rewşenbîrê, mafê mirov û gelek warên din de bal kişand.

Lê di heman demê de ew rastî gelek alozîyan jî hat û kete bin bandora rasterast ya şerê navxweyî yê Sûrîyê, û bû koçber û penaber li nava Sûrîyê, li welatên herêmê û li cîhanê.

Di vê sala borî de jî jina Kurd, wek hemî jinên cîhanê barekî din yê zêde hilgirt û belavbûna vîrusa korona yê jîyana wê dijwartir kir.

Rewşa jina kurd li Sûrîyê û li derveyî welat çawaye?

Rûdî Elî

Bernameya Hest û Helwest ronî dide ser vê mijarê bi beşdarbûna Rûdî Elî, rojnamevan û cîgir di desteya întegrasyonê ya bajarê Mûnsterê de li Almanya.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Hest û Helwest 9/3/2021