Biryara Amerîka ya hîştina çendsed serbaz li Sûriyê, li şûna vekişîna hemî hêzan, rewşeke nû derxistiye holê ku renge li gor wê terazûya hêzan jî li navçeyên Bakurê Sûriyê bê guhertin.
Kurdên Sûriyê ku metirsî hebûn vekişîna temamî ya Amerîka rê ji Tirkiyê re veke ku êrîşî herêmên wan bike, îro çawa nêzîkî vê biryarê dibin?
Tirkiyê, ku behsa êrîşkirina şervanên Kurd dikir û dixwest herêmeke aram li bakurê Sûriyê ava bike, piştî vê biryarê dikare çi bike?
Rêjîma serokê Sûriyê Beşar Esed, ku li dijî hebûna Amerîka ye li Sûriyê û doza derketina wê dike, çi bijar li beramber mana Amerîka hene?
Gelo hîştina van serbazan ji aliyê Amerîka ve ji bo razîkirina hevalbendên Ewrupî ye, an Amerîka mijûlî siyaseteke nû ye li Sûriyê?
Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê babetê:
Fethella Huseynî, endamê serkirdayetiya Partiya Çep a Kurdî Sûrî ku li Herêma Kurdistana Îraqê dimîne û Parêzer Imran Mensûr ku li Frensa dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke
Your browser doesn’t support HTML5