Tevî hewlên berdewam ên gihîştina rêkeftinekê, her du alîyên sereke yên Kurdên Sûrîyê nikaribû di sala 2021ê de ti pêşketinan qezenc bikin.
Berpirsên Partîyên Yekîtêya Niştimanî (PYNK) û yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) nikaribû li dirêjîya salekê bi awayekî rasterast kom bibin û wan kombûn cihê cihê bi Amerîkîyan û berpirsên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re dikirin.
Şareza dibêjin nakokîyên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) bandorke rasterast dide ser axaftinên Kurdên Sûrîyê.
Şandîyê Amerîka yê nû bo Sûrîyê Mathew Pearl meha borî careke din piştgirîya Amerîka bo van axaftinên Kurdî-Kurdî derbirî.
Li beramber van hewlan Rûsya hewl dide dîyalogekê di navbera Kurdên Sûrîyê û Dîmeşqê de dest pê bike.
Gelo di sala 2022an de pêşbînîya çi guhertinan di vê derbarê de dibe?
Rêkeftineke di navbera Kurdên Sûrîyê de çiqas dikare ligel hewlên destpêkirina dîyalogekê bi rêjîma Sûrî re hevdem be?
Nakokîyên Amerîka û Rûsya li dor Sûrîyê çi bandorê didin ser helwesta Kurdên Sûrîyê?
Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:
Hewas Xelîl, endamê serkirdayetîya Tevgera Çaksazî ku li Almanyayê dimîne û Gêlo Îsa, endamê serkirdayetîya Partîya Demokrata Kurdî Sûrî ku li Kobanîyê dimîne
Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin:
Your browser doesn’t support HTML5