Helwesta Sûrîyan ji Êrîşa Rûsya ya Dijî Ukraynayê

Sense and Stance

Şerê Rûsya li dijî Ukraynayê metirsiyek li seranserî cîhanê derxistiye pêş û nerîn û helwestên ciyawaz li xwe girtine.

Di demkê de ku piraniya welatên Cîhanê û di nav de jî Ewrupa û Amerîkayê Rûsya û serokê wê Putin şermezar dikin û hejmareke mezin ya cezayan danîne ser Rûsyayê. Hin alîgir û hevalbendên Rûsya bihaneyan ji vî şerî re dibînin.

Sûriya di salvegera 11 ya şerê navxweyî de, ew jî ji van rakêşanan ne dûr e û her alîyek li gor hevalbendên xwe yên herêmî û navnetewî helwestan nîşan didin.

Rêjîma Sûriyê bi awayekî aşkere piştgiriya Rûsyayê di şerê li dijî Ukraynayê de dike û opozisyona Sûriyê li dijî Rûsyayê ye.

Di demekê de ku hin Kurdên Sûriyê bi awayekî aşkere li dijî Rûsyayê ne li Ukrayna, Rêveberiya xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê bi awayekî aşkere helwesteke piştgirî yan jî şermezarkirinê nîşan nedaye.

Banora krîza Ukraynayê li ser Sûriyê çi ye?

Sûriyan helwesta xwe ji şerê Rûsya li dijî Ukraynayê li ser çi bingehan ava kirine?

Helwesta Kurdên Sûrî bi giştî çawa ye û pêwîstiya wan bi helwesteke çawa heye?

Di demekê ku Amerîka hevalbenda Kurdên Sûriyê ye û helwesta wê ji vî şerî diyar e, Kurd çawa dikarin helwesteke ciyawaz ji ya Amerîkayê bidin?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Hisên Omer û Zara Salih

Hisên Omer, şîrovekarê siyasî ku li Belçîka dimîne û Dr. Zara Salih, şîrovekarê siyasî ku li Brîtanya dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Hest û Helwest 15-3-2022