Hest û Helwest: Komîta Destûrî Ya Sûriyê û Çareserîya Siyasî Ya Wî Welatî

Şandîyê taybet yê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyê Geir Pederson

Di çarçoweya serdana xwe ya Dîmeşqê de roja Şemîyê, şandîyê taybet yê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyê Geir Pederson gotibû ku wî goftûgoyeke gelekî baş li gel wezîrê derve yê Sûriyê Feysel al-Miqdad kir û wî hêviya xwe der birî li dor lidarxistina gereke şeşan ya kombûnên Komîta Destûrî ya Sûriyê.

Wî got ku wan behsa rewşa aborî û mirovahî ya xelkê Sûriyê û awayên çakirina wan kir.

Neteweyên Yekgirtî ku ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê ve, gelek hewldan kirin ji bo dabînkirina çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re lê ta niha ti pêşketinên berbiçav bi dest nexistine.

Di Êlûna sala 2019an de NY dest bi avakirina komîtekê ji 150 kesî pêk tê kir ji bo nivîsandina destûreke nû bo Sûriyê ku bi navê Komîta Destûrî ya Sûriyê tê naskirin.

Ji nav wê komîtê komîteke biçûkirî ji 45 kesan hate avakirin: 15 kes nûneratîya opozisyonê, 15 nûneratiya civaka sivîl û 15 jî nûneratîya rêjîmê dikin.

Lê ji wê demê ve, komîtê 5 gerên guftûgoyan li dar xistin û hîn ti pêşketin nînin.

Neteweyên Yekgirtî û civaka navnetewî êdî dikarin çi bikin ji bo çareserkirina rewşa Sûriyê?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Xebat Şakir, nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Almanya û Şelal Geddo, nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di Hevpeynîya Opozisyona Sûrî de ku li Stenbolê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Hest û Helwest 14-9-2021