Hêzên Kurdên Sûriyê pêşbîniya êrîşên bêhtir dikin ji aliyê çekdarên Daişê ve, piştî kuştina serkirdeyê gurûpê Ebû Bekir el-Bexdadî.
Hêzên Sûriya Demokrat pîvanên ewlekariyê bihêztir dikine li dor kampên ku derdora 80,000 alîgir û malbatên Daişê vedihewînin.
Kuştina el-Bexdadî çi bandor heye li ser alîgirên Daişê û pêşbîniya çi dibe ji şaneyên wan ên razayî?
Divê Hêzên Sûriya Democrat çi bikin ji bo sînordarkirin û nehêştina êrîşên Daişê?
Gelo geşbûna Daişê û vegera wan li Îraqê û Sûriyê pêkaneye?
Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:
Welîd Haj Ebdulqadir, nivîskar û şîrovekarê siyasî ku li Dubey dimîne û rojnamevan Sîrwan Qiçço ji Dengê Amerîka.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke
Your browser doesn’t support HTML5