Nakokiyên aliyên siyasî yên Îraqê li dor hilbijartina serokekî û damezrandina hikûmeteke nû her diçin rewşa wî welatî aloztir dikin.
Di demekê de ku hevpeymaniya sêqolî di navbera Partiya Demokrata Kurdistan(PDK), Şepêla Sedir û Erebên Sunnî de hewla avakirina kutleyeke mezintir dike ji bo hilbijartina serokê welêt di parlemanê de, hin aliyên Şîaa rê li wan hewlan digrin.
Berî çend rojan bingeheka hevpeymaniya bi seroktiya Mihemd el-Helbûsî li Enbar rastî êrîşekê hat û Muqteda Sedir jî behsa wergirtina nameyên gefxwarinê kir.
Biryara Dadgeha Fedralî ya girêdayî yaseya gaz û nefta Herêma Kurdistanê, alozî di navbera Bexda û Hewlêrê de derxistine pêş.
Di navbera Kurdan bi xwe de jî, nebûa rêkeftinekê li ser kandîdekî bo seroktiya Îraqê, mala Kurdî dabeş kiriye.
Çavdêr dibêjin metirsî hene ku ev rakêşan û nakokiyên siyasî êdî derbasî qonaxeke din ya rûbirûbûnan bibin û rewşa ewlekarî ya Îraqê ku berê ne gelekî parstî ye, têk biçe.
Berê van alozî û nakokiyan li ku ye û sînaryoyên çareserkirina rewşa Îraqê çine?
Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:
Yasanas Xetab Omer ku li bajarê Duhokê dimîne û rojnamevan Zeyneb Sindî ku li Hewlêra paytex dimîne.
Rêzdar Omer bawer e ku Îraq welateke bi awayekî rêkeftinî bi rê ve diçe û dibêje,”hikûmeta piraniyê li Îraqê bi ser nakeve û hersê aliyên serkeftî jî di qonaxên berê de gavên rêkeftinî avêtine. “
Xanim Sindî li gel Omer erê dike ku hikûmeta rêkeftinî ji bo Îraqê baştir e lê dibêje ku “Muqteda el-Sedir bi hîç cûreyekî qebûl nake ku Malikî beşdarî hikûmetê be” û ev jî li gor Sindî rewşa heyî “ behtir tevlîhev dike.”
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke
Your browser doesn’t support HTML5