Her sal cîhan roja 10 meha Kanûnê wek roja mafên Mirovan pîroz dike û gelek dezgeh û welat bi giringî li doza mafên mirovan temaş dikin û pêgiriya xwe bi ragihandina Navnetewî ya Mafên Mirovan ku Neteweyên Yekgirtî di sala 1948an de danîbû nîşan didin.
Lê rewşa Mafên mirovan piştî bi dehan sal hîn li gelek cih û welatên cîhanê rastî bipêkirin û zêdegaviyan dibe.
Hîn jî mirov ji bo bîr û bawerî û nijad û zimanê xwe têne kuştin girtin û êşkencekirin.
Welatên demokrat û di serî de Amerîka, hewla parastina mafên mirovan û demokrasiyê didin lê hewldanên wan hîn bi temamî biser neketine.
Çavdêr dibêjin tevlêbûna siyasetê û berjewediyên aborî hin caran bandorê didin ser hewlên jinavbirina zêdegavên dijî mafên mirovan.
Hikûmet roleke çawa di binpêkirina mafên mirovan û yaseyên girêdayî wan de dilîzin?
Demokrasiyên mezin li cîhanê dikarin çi bikin ji bo rûbirûbûna rêjîmên totalîter?
Dezgehên sivîl û çalakvanên mafên mirovan çawa nêzîkî vê dozê dibin û pêwîste çi bikin?
Jin wek qurbaniyeka zêdegaviyan dikare çi bike?
Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:
Parêzer Sabahattin Korkmaz ku li Tirkiyê dimîne û Nejah Hîvo Melek çalakvana mafên jinan ku li Almanya dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke
Your browser doesn’t support HTML5