Sedem û Encamên Bûyerên Zindana Hesekê Çi Ne?

Êrîşa çekdarên Daişê li ser zindana Sîna’a ya bajarê Hesekê û hewldana revê ya girtiyên rêxistina terorîst ji zindanê hin xem li herêmê derxistin pêş li dor hêz û çekên wan.

Ev grûpa ku bi salane bi temamî li ser asta leşkerî têk çûye, roj bi roj xwe dide ser hev û metirsiyan li herêmê belav dike.

Berpirsên Kurd dibêjin bêhtirî 70 çekdarên Daişê û dora 17 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di pevçûnan de hatine kuştin.

Ew dibêjin şaneyên razayî yên Daişê xelkê sivîl ji taxên derdora zindanê wek mertalên mirovî bi kar anîn.

Koalisyona Navnetewî ya dijî Daişê di daxuyaniyekê de got vê êrîşê Daiş lawatir kir û ew piştrast e ku ev êrîş ti gefan nade ser herêmê, lê ew rewşê dinirxîne ka Daiş plan dike êrîşên bêhtir li dijî zindanên Sûriyê û Îraqê pêk bîne yan na.

Peyvdarê wezareta derve ya Amerîka Ned Price di daxuyaniyekê de roja Şemiyê got ev bû bêhtirî salekê ye êrîşkirina zindanan armanca sereke ya Daişê ye.

Wî got ev êrîş nîşan dide çiqasî pêwîste ku dewlet welatiyên xwe yên Daişî bibin û li cem xwe dadgeh bikin.

Êrîşeke wiha mezin çiqas zengilê metirsiyê li ba HSDê û Amerîkayê lê dide?

Hêzên Kurdî û koalisyona navnetewî pêwîste çi bikin da ku siberojê rê li êrîşên wiha bigrin?

Kê alêkariya Daişê kir û kî sûdê ji geşbûna Daişê li herêmê werdigre?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Nesredîn Îbrahîm, sekreterê Partîya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ku li Qamîşloyê dimîne û nivîskar û rojnamevan John Salih ku li Waşintonê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Hest û Helwest 25-1-2022