Hest û Helwest: Pêwendîyên Tirkîyê û Yekîtîya Ewrupî

Wezîrên derve yên Yekîtîya Ewrupî roja Duşemê hin pîvan li dijî Tirkîyê dane berçavan, bi sedema nakokîyên gaza Derya Spî di navbera Tirkîyê û Yûnaistan de, berî kombûna Yekîtîyê di rojên 10 û 11vê mehê de.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan got dê welatê wî serî ji gefan re daneyne lê wî bangên goftûgoyê dubarekirin li dor îdîayên nakok ên jêderên enercîyê.

Almanya ya ku niha bo şeş mehan serokayetîya Yekîtîya Ewrupî dike, hêvî dikir ku navberîya Enqerê û Asînayê bike, lê ew ji kiryara Tirkîyê ya berdewamkirina lêgera li gaza Derya Spî dilgiran bû.

Wezîrê derve yê Almanya Heiko Maas got gelek girjî ketine navbera Tirkîyê, Qubrus û Yûnanistanê ku rê li guftûgoyan girtine.

Meha borî Frensa û Parlemana Ewrupî bi awayekî fermî daxwaza cezakirina Tirkîyê kiribû.

Liv û tevgera Tirkîyê li Derya Spî çiqasî rewş aloz kirîye û çi zor daye ser nêzîkbûna Tirkîyê û Yekîtîya Ewrupî?

Yekîtîya Ewrupî çawa dikare Tirkîyê ceza bike û cezayên wê ta çi astê dê bi bandor bin?

Eger hat û Ewrupa Tirkîyê ceza kir, Tirkîyê dikare çi bersivê bide?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Fuat Onen û Abdullah Îmam

Nivîskar û siyasetmedar Fuat Onen ku li Stenbolê dimîne û parêzer Abdullah Îmam ku li Almanya dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Hest û Helwest 8/12/2020